H’emû nûçeSereke

Derheqa mafê paşdaçûyîna ermenîyên Qerebaxê Adirbêcan tu tiştî nabêje: Lîndsî Sinêl

Rojnamevana amêrîkî Lîndsî Sinêlê derheqa planên Bekûyêda daye dîyarkirinê, li gorî kîjanê hetanî dawîya sala 2024 a gerekê 20 hezar azêrîya li Arsaxê cîhwarkin.

“Adirbêcan têra dibîne hetanî dawîya sala 2024 a 20 hezar merivî li Qerebaxê cîhwarke.Me dîtîye ku azêrî çi cûreyî malên ermenîya talan dikin û eşîyayên wan vala dikin.Azêrîya bîznêsên ermenî hildane destê xwe. Derheqa mafê paşdaçûyînêda, derheqa kîjanêda Adirbêcanê xeber dida, îdî nabêje”,- mîkrobloga xweye X ê da rojnamevanê nivîsîye.

Komîtêya Adirbêcanêye pirsên penabera pêşda elam kiribû,wekî hetanî dawîya salê têra dibînin 20 hezar merivî li Arsaxê, li pênc bajara û 15 gunda cîhwarkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button