H’emû nûçeSereke

Ji wan kesên ku bi êrîşa têrorê ya bi navê “Crocus” tên sûcdarkirin 2 kesa ji Tirkîyayê talîmat wergirtine: “Îzvêstîa”

Çavkanîyekî agahdar ji “Îzvêstîaê” re ragîhand, 2 têrorîstên ku beşdarî êrîşa têrorîstî ya “Crocus City Hall” bûne, îhtîmal e dema ku çûne Tirkîyayê, talîmat wergirtine. Beşdarên mayî yên têrorê berê li axa Rûsyayê hatin dîtin û leşkerkirin.

Kesên ku berê nedihatin zanîn ku meyla wan Îslama radîkal in, ji bo beşdarbûna têrorê hatin hilbijartin, da ku ji bo servîsên taybet yên rûsî di qonaxa amadekarîyê de astengkirina êrîşê dijwartir bibe, hevpeyvîneke din yê “Îzvêstîa” ê, pisporekî di warê ewlekariya dijî têrorê de, gotye.

“Daneyên seretayî yên ku lêkolînê li ber dest in, nîşan didin ku berpirsên êrîşa têrorîstî ya “Crocus” berî nêzîkî 3-4 hefteyan hevdu dîtine û berî wê jî tu delîl li ser torên civakî derbarê peywendîyên xwe bi komên îslamî yên radîkal re nehiştine. Bi îhtîmaleke mezin em bi hilbijarkeke bêserûber ya lîstikvanên ku hewcedarîya wan bi dirav heye re têkildarin”,- pisporê di warê ewlehîya dijî têrorê de di axaftinek bi “Îzvêstîayê” re tekez kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button