SerekeSîyasî

DEM  partîyê çend şaredarî bi dest xistin?

Piştî eşkerebûna encamên destpêkê şaredarîyên ku partîyan bi dest xistin hêdî-hêdî dîyar dibin.

DEM partîya ku li gelek navçe û bajarên Bakûrê Kurdistanê bi namzedên xwe tevlî hilbijartinên şaredarîyan bû li 3 bajarên mezin û 7 bajaran bi ser ket.

DEM partîyê herwiha şaredarîyên 58 navçe û 8 bajarokan jî bi dest xistin.

Şaredarîyên ku DEM partîyê bi dest xistine:

Bajarê Mezin:

Amed, Mêrdîn, Wan

Bajar:

Agirî, Êlîh, Colemêrg, Îdir, Mûş, Sêrt, Dêrsim

Navçe:

Gîyadîn, Bazîd, Avkevir, Tetwan, Rezan, Bismil, Çinar, Pîran, Erxenî, Hênê, Peyas, Karaz, Pasûr, Licê, Farqîn, Sûr, Yenîşehîr, Dep, Bêraqdar, Tatos, Gever, Dîgor,  Kaxizman, Artûklû, Kerboran, Dêrik, Qoser, Şemrex, Nisêbîn, Akdenîz, Kop, Melezgir, Gimgim, Bêrecûk, Hewag, Serêkanîyê, Xelfetî, Curnê Reş, Sirûc, Wêranşar, Misirc, Cizîr, Hezex, Silopya, Miks, Elbak, Ebex, Şax, Artemêt, Erdîş, Westan, Payîzava, Rêya Armûşê, Bêgirî, Qerqelî, Serê, Tuşba

Bajarok:

Bûlam, Pirxûs, Pazarcix, Leter, Altinova, Hawêl, Sirtkoy.

Desteya bilind ya hilbijartinan ya Tirkîyayê (YSK) heta niha encamên fermî ranegîhandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button