H’emû nûçeSereke

Euronews li ser sedemên serdanên li Ermenîstanê  sala 2024 de

Li gorî îndêksa ewlehîyê ya Numbeo ê ya  sala 2024 a, Ermenîstan di nav deh deverên herî ewledar yên cîhanê de cîh digire.Welatê Qafqasîyayê di nav 146 welatan de di rêza heştemîn de cîh girtîye. Paytexta dîrokî ya Ermenîstanê Yêrêvan jî di nav 333 bajaran de di rêza 19 a de cîh girtîye. Ev ji bo betlaneyan pêşnîyarek balkêş e, lê ji bilî aştîya gîyanî, sedemên din jî hene ku  biçin Ermenîstanê,  Euronews dinivîse.

“Abîdeyên olî yên kevinar, xwarinên xweş û çanda jîndar bi hêsanî têne cêribandin ji ber mezinahîya Ermenîstanê ya biçûk (welatê bejahîyê kêmtirî 30,000 km ye). Li vir çend sedem hene ku  sala 2024 a de biçin Ermenîstanê.

Aspêjxaneya herêmî dibe ku we ecêvmayî bihêle

Dîroka tevlîhev ya padîşahîyan û dagirkerên welêt bi salan aspêjxaneya ermenî ava kirîye. Lê axa dewlemend her tim nîsk, genim, hêjîr û behîv derdixist.

Li vir nan pir e, lewaş kevneşopî wekî semboleke çandî ya girîng tê hesibandin, ji ber vê yekê ew di navnîşa nûnerê mîrata çandî ya mirovahîyê ya UNESCO yê de cîh girt.

Goştên cûre-cûre di nav nanên tenik de têne pêçan, nemaze “gerîl” – barbekûya ermenî. Zû zû ziha dibe, carina nan tê pêçandin û zihakirin û paşê ji bo bikaranîna zêde bi avê nerm dibe.

Xwarinên din yên kevneşopî dolma hene. Ji bo rêzgirtina vê xwarinê, her sal li bajarê Armavîrê cejina “Ûdûlî” tê pîrozkirin û tê de tolmên cûre-cûre  tên raberkirin, herwiha dersên mastir û pêşbirkên xwarinê jî tên raberkirin.

Yên ku têra xwe bi şens in ku beşdarî bûyerek betlaneya ermenî bibin, wek dawetek yan şahîyek Sersalê, dikarin “xapama” biceribînin.

Ermenîstan belkî ne cîhek e ku gelek skîker dema plansazkirina betlaneyek zivistanê bifikirin, lê digel lûtkeyên xwe yên li jora Alpêr û rojên zivistanê yên tav, ew cîhek pir maqûl e ji bo dildarên skîkirinê.

Havîngeha Mylerê ya li herêma Aparanê di qada skîyê ya welêt de nû ye. Li vir, skîer, berfkar û skatêr dikarin bi qasî 100 rêyên nîşankirî, 972 mêtrê daketineke vêrtîkal xweş bibin û li sê gundên seyrangehê bin.

Cîhê din yê navdar Saxkazor e, mezintirîn havîngeha skî ya li welêt, ku tenê 40 hûrdem (bi otomobîlê) ji Yêrêvanê dûr e. Sî kîlomêtre rê li benda we ne, ya herî bilind ji 2819 mêtreyan dest pê dike.

Li Ermenîstanê dema herî çêtirîn ji bo skîkirinê ji kanûna pêşin heya adarê ye, dema ku germahî têra kêm e ku şert û mercên îdêal yên ji bo skîkirinê li ser zozanan biafirîne.

Fêstîval rêyek girîng e ku meriv li ser kevneşopî û dîroka çandê ya welêt ramanek werbigire, û li Ermenîstanê gelek ji wan hene. Welat mazûvanîya cûre-cûre bûyeran dike, ji fêstîvalên xwarin û şerabê bigire heya fêstîvalên balona hewaya germ û cazê, hema hema li seranserê salê.

Rojên şeraba Yêrêvanê di nav rojên herî popûler de ne. Ev fêstîvala jîndar, ku sala borî zêdetirî 160,000 mêvanan kişandibû û 17,000 şûşeyên şerabê nîşan dabûn, di destpêka hezîranê de pêk tê û dîroka zêdetirî 6,000 salî ya şerabê li Ermenîstanê pîroz dike.

Navenda çalakîyê kolana Saryan e, ku li çar alîyê welêt hilberînerên şerab nimûneyên vexwarinên xwe pêşkêş dikin. Li ser dikê hertim mûzîka zindî tê lêdan, xwarinên herêmî yên xweş jî raberîî mêvanan tên kirin.

Cihên mîrata UNESCO li Ermenîstanê ecêb in

Ermenîstan wek welatê yekem yê xirîstîyanan di cîhanê de xwedî girîngîyeke dîrokî ye. Dêra Êcmîyazînê yek ji cîhên herî balkêş e. Ev avahîya xweş ku bi giranî mîmarîya dêlî ya herêmê dîyar kirîye, bala UNESCO yê kişandiye ser xwe.

Keşîşxaneyên Haxpat û Sanahîn li herêma Lorî nêzîkî sînorê bakûrê Ermenîstanê ne. Keşîşxaneyên Bîzansî yên ku di sedsala 10 a de hatine çêkirin û bi rastî bermahîyên dîrokî yên saxlem şahîdîya yekbûna bêkêmasî ya mîmarîya ermenî û Bîzansê dikin.

Keşîşxaneya Gêxardê û gelîyê çemê Azat yê jorîn komeke gor û dêrên bi zinarî ne. Tenê sehetek ajotinê ji Yêrêvanê dûr dikeve, û hûn ê van avahîyên serdema navîn, ku li hember paşxaneya kevirên asê radiwestin bibînin. Di rê de, bîskekê bisekinin û ji bo ku xewnekê bihêle, kevirek bavêje qiraxa zinar. Niştecîh bawer dikin ku heger ew li ser bendê bimîne, dibe ku daxwaza we pêk bê

Zêdetir nîşan bide
Back to top button