H’emû nûçeSereke

Ez  difikirim,wekî serokatîya Arsaxêye derecebilind, ya ku li Bekûyê tê xweykirinê, wê dawîyê bêne paşdavegerandinê Sîranûş Sahakyan

Ji şerê 44 roje nêzîkî 80 îşên şexsî hene û li vir sîyaseta Adirbêcanêye înkarkirinê heye û Adirbêcan naxweze bi rîya lêpirsînê wan bûyara eşkere bike. Derheqa wê yekêda seroka navenda mafê navneteweyî Sîranûş Sahakyanê wextê prêss-konfêransê gotîye.

“Pirsa merivên bêser-berate undabûyî dîsa çawa ya helnekirî dimîne.Nêzîkî 210 merivên dîlketî ji Adirbêcanê paşda vegerandine Ermenîstanê.Girêdayî dîlên ermenîra, gotûbêjkirinên sîyasî pêk tên, lê ev gotûbêjkirin bi kemala xweva ne yên  serekene. Ez dixwezim bêjim,wekî pirsa hevraxeberdanaye pêşin ne ku paşdavegerandina van merivaye, lê ew hîmlî dora pirsgirêkên navdewletî pêk tên û tê bêjî di navbera alîyada qayîlî heye,wekî piştî helkirina pirsgirêkên ermenîyên li wir wê paşda vegerin. Bi fikira min, serokên Qerebaxêye derecebilind wê yên  here dawîbin ku paşda vegerine Ermenîstanê”,-Sahakyanê gotîye.

Bi gotina wê, heger Ermenîstan ji erzên xweye dijî Adirbêcanê paşda bisekine, wî çaxî ewê mecala paşdavegerandina wan meriva unda bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button