SerekeSîyasî

Nerazîbûnên li dijî biryara lijneya bilind ya hilbijartinê berfireh dibin

Piştî ku li Wanê şaredarbûna Abdullah Zeydan hat betalkirin û mazbete li şûna Abdullah Zeydan bo nemzatê Ak partîyê hat dayîn vê yekê bertekên berfireh bi xwe re anî.

Namzetê Huda Parê yê Batimanê Serkan Ramanlî ku di heman demê de parlamênterê Huda Parê yê Batimanê ye û parêzer e ji hejmara xwe ya tora civakî “X” bertek dijî biryara lijneya bilind ya hilbijartinê nîşan da û amaje kir ku ev biryara nehiqûqî nayê qebûlkirin. Heman bertek ji alîyê namzetê Huda Parê yê Dêrsimê Muhammet Yûksel ve jî hat nîşandan.

Derbarê biryarê de serokê CHP ê Ozgûr Ozel, parlementerê CHP ê yê Dîyarbekir Sezgîn Tinarikûlû jî bertek nîşan dan û amaje kirin ku kiryara nehiqûqî nayê qebûlkirin.

Ji alîyekî din ve jî, hevjina Selahedîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş jî ji hesabê xwe yê “X” amaje kir ku ev biryar qet û qet nayê qebûlkirin û da zanîn ku ewê sibê li hember biryarê û bo piştgiriya Abdullah Zeydan li Wanê be.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button