H’emû nûçeSereke

Kana  zêr  ya Amûlsarê di dawîya vê salê yan jî  sala 2025 a de wê dest bi xebatê bike : Babkên Tûnyan

Kana zêr ya Amûlsarê ku ji alîyê “Lidian Armenia” ve tê birêvebirin, di dawîya vê salê de yan jî di sala 2025 a de dest bi kar bike. Derheqa wê yekêda alîkarê serokê komîsyonê Babken Tunyan di rûniştina komîtêya daîmî ya kar  û barên aborî ya Komara Ermenîstanê gotîye.

 “Di encamê de li welatê me di warê zêrê xav de tu pirsgirêk wê tunebe”,ewî elam kirîye.

Em bînin bîr ku di sala 2023 a  6  ê hezîranê, serokên şirketên “Lydian Armenia” û “Elide Gold Corp” di hevdîtina bi cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan re gotin ku ew ê bi hev re projeya Amûlsarê pêk bînin.

Mijarên têkildarî ji nû ve destpêkirina înşata kanzaya Amûlsarê, tarîxên tê payîn ku dest bi xebatê bike, pêvajoya fînansekirina projeya veberhênanê û hevkarîya dewlet û şîrketê hatin gotûbêjkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button