H’emû nûçeSereke

Hemû tişt gerekê bê kirinê bona ku aşîtî zû îzbatbe: sêkrêtara konsêya Avropayê gotîye serokê parlamênta Ermenîstanê

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan dêlêgasîya bi serokatîya sêkrêtara konsêya Avropayê Marîya Pêyçînovîç Bûrîçê qebûl kirîye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî destpêka hevdîtinêda, serokê parlamêntê pêvajoya bernama Ermenîstanê û konsêya Avropayê, ya salên 2023-2026 a, raber kirîye û daye dîyarkirinê,wekî ew bername bi hemû alîyava baş pêşda diçe.

Serokê parlamêntê gotîye,wekî Ermenîstan qîmetê raporta monîtorîngê, ya derheqa şuxulkarîya înstîtûtên dêmokratîk girîng hesab dike.Ewî daye dîyarkirinê,wekî niha raporta derheqa borcdarîyên Ermenîstanêda tê amadekirinê.

Marîya Pêyçînovîç Bûrîçê qîmetkirina konsêya Avropayê, yê derheqa werguhastinên li Ermenîstanê careke mayîn îzbat kirîye.

Hatîye dîyarkirinê,wekî wextê hevdîtinê, bernamên dualî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button