H’emû nûçeSereke

“Xaçerêya aştîyê” dikare ji bo pêvajoya aştîyê bibe şerteke girîng: Bûrîç  Paşînyan re

Serokwezîr Nîkol Paşînyan  sêkrêtara giştî ya konsêya Avropayê Marîya Pêyçînovîç Bûrîç qebûl kirîye.

Serokwezîr serdana xanim Bûrîçê, ya  li Ermenîstanê  silav kirîye û bal kişand ser girîngîya hevkariya bi konseya Avropayê re. Di civînê de behsa pêkanîna plana çalakîyê ya Ermenîstîanê- Şêwira Avropayê ya salên 2023-2026 a û gavên ji bo pêkanîna rojeva rêformên dêmokratîk yên li Ermenîstanê hatin kirin. Di vê çarçoveyê de Nîkol Paşînyan tekezî li ser pabendbûn û îradeya sîyasî ya hukumeta Ermenîstanê kir. Serokwezîr bal kişand ser rojeva dewlemend ya hevkarîya bi konseya Avropayê re û bal kişand ser rola konseya Avropayê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelên ku bi destê zorê ji Qerebaxê hatine koçberkirin û di dayîna piştgirîya navneteweyî de.

Sêkrêtara giştî ya konsêya Avropayê kêfxweşîya xwe ya ji bo mêvanperwerîya germ nîşan da û hevkarîya nêzîk ya di navbera konseya Avropayê û hukumeta Komara Ermenîstanê de, di nav de pêkanîna rêformên sazî li Komara Ermenîstanê jî zêde kir. Li gorî Marîa Pêyçînovîç Bûrîçê, di heyameke tijî dijwarî de ji bo Ermenîstanê, hukumeta Ermenîstanê bi bandor rêforman di warên cûda de pêk tîne.

Li ser geşedanên li herêmê diqewimin, pêvajoya birêkûpêkkirina têkilîyên Ermenistan-Adirbêcanê û îmkanên ji bo rakirina blokên binesazîyên veguhestina herêmê hatin kirin. Serokwezîr Paşînyan projeya “Xaçerêya aştîyê” ya hukumeta Ermenîstanê û prînsîpên wê raber kir. Sêkrêtarê giştî yê konseya Avropayê destnîşan kir ku projeya “Xaçerêya aştiyê” ji bo pêvajoya aştîyê ya Ermenistan-Adirbêcanê dikare bibe şerteke girîng.

Di civînê de mijarên girêdayî pirsgirêkên mirovî yên gelên bi destê zorê ji Qerebaxa Çîya hatine koçberkirin, gavên din yên alîkarîyên civaka navneteweyî ji bo çareserîya wan hatin nîqaşkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button