H’emû nûçeSereke

Nûnerên 30 kompanîyayên Fransîyayê, yên ku li Ermenîstanê şuxulkarîyê dikin, wê bêne Ermenîstanê: Paşînyan Vasal qebûl kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dêlêgasîya bi serokatîya seroka şêwira dêpartamênta Fransîyayêye Bûş dyû-Ronê Martîn Vasal qebûl kirîye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî Nîkol Paşînyan seredana dêlêgasîya ji Fransîyayê silav kirîye û emekê xanim Vasalê, yê nava pêşketina pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayê bilind qîmet kirîye.

Serokwezîr daye dîyarkirinê,wekî niha di navbera herdu welatada hevkarîya ser dereca bilind heye û nava wî karîda usa jî emekên wan herêmên Fransîyayê heye, kîjan tevî qezayên Ermenîstanê pêwandîyên qewîn xweyî dikin. Serokwezîr derheqa pêwîstîya hevkarîya êkonomîkîye di navbera herdu welatada  xeberdaye.

Martîn Vasalê derheqa hevkarîya nava govekên cuda-cudada daye dîyarkirinê.Ewê gotîye,wekî nûnerên 30 kompanîyayên ji Fransîyayê wê bêne Ermenîstanê, bona ku mecalên mîyaserkirina bernamên învêstîsîyon  û berfirehkirina pêwandîyên êkonomîkî gotûbêj bikin.

Hevkarîya di navbera bajarên Ermenîstanê û Fransîyayêda girîng hatîye hesabkirinê.

Xeberdan usa jî derheqa pirsên hûmanîtarîda, yên binelîyên Qerebaxêye bi destê zorê derxistî, çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button