Paşînyan û Şols pêvajoya aşîtîyê ya Ermenîstanê û Adirbêcanê gotûbêj kirine
Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê kanslêrê Almanîyayê Olaf Şolsra qise kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda berdevka serokwezîrê Ermenîstanê Nazêlî Baxdasaryanê facebook ê da nivîsîye.
Xeberdan derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Almanîyayê û pêşxistina pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda çûye.
Pirsên girêdayî pêvajoya Ermenîstanê û Adirbêcanêva hatine gotûbêjkirinê.Paşînyanê serokwezîr daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan amadeye li ser bingeha prînsîpên li Prahayê, Bryûsêlê û Granadayê bi hevra qayîlkirî pêşda herin.Paşînyanê serokwezîr her cêribandineke tevlîhevkirina van prînsîpa çawa tiştê qebûlnekirinê hesab kirîye.
Bona piştgirîya hindava li Ermenîstanê werguhastinên dêmokratîk, pêşxistina pêwandîyên Ermenîstanê û Almanîyayê, usa jî pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê sipasî elamî Olaf Şols kirîye.