H’emû nûçeSereke

Pirsa  dirêjkirina dema mîsîya  Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê li Ermenîstanêye  ji bo 2 sala   tê gotûbêjkirinê: Nîkol Paşînyan

Dema çalakîya mîsîyona çavdêrîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê dikare du salên din jî bê dirêjkirin. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya li civîna palamênta de ragihand ku mijara dirêjkirina dema mîsîya Yekîtîya Avropayê ji bo 2 salên din tê gotûbêjkirin.

Serokwezîr şandina mîsyona sîvîl ya Yekîtîya Avropayê li ser sînorê Ermenîstan-Adirbêcanê wek encama girîng ya civîna çaralî ya Prahayê ya di 6 ê cotmeha sala 2022 a da nirxand û paşwextîyê   2 salan hat dirêjkirin. Niha jî mijara dirêjkirina dema erkê 2 salên din tê gotûbêjkirin.

Paşînyan dîyar kir ku civîna çaralî ya li Prahayê bi giştî ji bo ku Kafkasîya Başûr bi îstîqrar û aştîyane pêk bê, girîngîyeke sereke ye.

“Di civîna çaralî ya li Prahayê de biryarên pir girîng hatin girtin. Yanî Ermenistan û Adirbêcan di sala 1991 ê de yekparçeyîya erd û serwerêya hev nas dikin. Li ser bingeha danezana Almatîyê” ,- li gorî “Armênprêss” ê serokwezîr gotîye.

Paşînyan girîngtirîn rêkeftina din ya civîna Prahayê ew e ku Ermenîstan û Adirbêcanê li ser bingeha daxuyanîya Alm Atayê li ser xêzkirina sînorê di navbera her du welatan de li hev kirin. Ev tê wê wateyê ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de xeteke nû ya sînorî çênabe, lê pêwîst e xeta sînor ya heyî li ser erdê ji nû ve bê hilberandin. Serokwezîr bal kişand ser vê yekê ku herî dawî serokkomarê Adirbêcanê pabendbûna xwe ya bi peymanên Prahayê û daxuyanîya Alma Atayê dubare kir. Li gorî wî, ev bi rastî dikare bibe bingeha aramî û aştîya demdirêj.

“Civîna çaralî ya li Prahayê ji bo ku Kafkasîya Başûr bi îstîqirar û aştîyane hebe girîngîyeke sereke ye û ji bo avakirina aştîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de planek bi bingeheke qanûnî û sîyasî ya rasteqîn û bihêz e. Heta niha derfeta min nebû ku ez vê yekê bêjim, lê niha divê ez tomar bikim ku rola serokê Fransîya Êmanûêl Makron di gîhandina van peymanan de bi tenê pir mezin e. Ji vê zêdetir jî li hemberî vê rewşê, hedefgirtina serokkomar Makron û Fransîya ji bo min û hukumeta Ermenîstanê, nayê fêmkirin û nayê qebûlkirin. Heger Makron ji bo dayîna wezîfedarîyeke demdirêj ji bo mîsyona sîvîl ya Yekîtîya Avropayê bê hedefgirtin, ew biryar jî wek yên din yên li Yekîtîya Avropayê bi lihevkirinekê hatîye dayîn”,-Paşînyan gotîye, ji ber biryara ku li ser daxwaza Ermenîstanê hat dayîn spasîya serokên hemû welatên Yekîtîya Avropayê kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button