H’emû nûçeSereke

Kompanîyayên goveka senaya leşkerî ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê bahê 300 mîlyon dolarî sîlih xwestine: wezîr

Kompanîyayên goveka senaya leşkerî ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê bahê 300 mîlyon dolarî sîlih xwestine.Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî rojnamevana,wezîrê Ermenîstanêyî têknolocîyên bilind Mxîtar Hayrapêtyan gotîye.

“Hetanî dawîya salê em hêvîdarin wekî ew hejmar wê bighîje 477 mîlyon dolarî.

25 kompanîyayên leşkerî ji alîyê wezîreta parastinêda dokûmêntên wî cûreyî stendine.Hetanî dawîya salê hejmara wan kompanîya wê bighîje 29 a”,-wezîr gotîye.

Bi gotina wezîr, 46 peymanên wî cûreyî hetanî niha hatine morkirinê. Bi gotina Hayrapêtyan, armanca komîtêya Ermenîstanêye senaya leşkerî ewe, ku bona wan kompanîya qewilên baş sazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button