H’emû nûçeSereke

Hetanî niha tu kes nikare pêşda bêje, wekî rîya nû, ya tevî Yekîtîya Avropayê, wê me bibe kîderê: Mîrzoyan

Cedandinên welatîyên Ermenîstanê, yên berbi Avropayê hene û li ser fona acizîyê diha zêde dibin.Gilî derheqa acizbûna ji pêwandîyên tevî Rûsîyayêne.Derheqa wê yekêda, wextê seredana li Erebistana Saûdî, wextê hevpeyvîna tevî rojnamа «Arab News» ê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye, dema ku ewî derheqa pêrspêktîvên kûrbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê û usa jî pêwandîyên ermenîya-rûsada xeberdaye.

“Ermenîstan hevkarîya xweye tevî Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dide kûrkirinê.Nava pirsa werguhastinên dêmokratîkda ew hevkarên mene.Ew niha hewaskarîya mezin hindava qewatkirina êkonomîka Ermenîstanê didine kifşê.Em tevî Yekîtîya Avropayê rîya nû, ya hevkarîyê destpê dikin. Hetanî niha tu kes nikare bêje, ku ew rê wê me bibe kîderê”,- wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button