H’emû nûçeSereke

NATO bi tevahî koalîsyonê re xwe ji şer re amade dike: WSJ

Yek ji cudahîyên herî bingehîn yên NATO ê, nelihevkirina nêrînên welatên endamên hevpeymanîyê ye derbarê gefa têrorê û kiryarên Rûsyayê. Li gorî The Wall Street Journal ê, plansazên NATO ê di wê bawerîyê de ne ku “Dagirkirina raste-rast ya Rûsyayê” li ser welatek endamê hevpeymanîyê di demek nêzîk de ne mimkûn e, lê hevalbendîya leşkerî ya Atlantîka Bakûr li gel hevpeymaniyê dîsa dest bi amadekarîya şer kiriye.

Her wiha hin rayedarên leşkerî yên welatên NATO ê îdîa kirin ku dibe ku Moskva bi qasî çend salan bi hêz be ku êrîşekê bike. Wall Street Journal ê nivîsand ku di demeke kurt de, NATO ditirse ku Rûsîya dikare pevçûyînan li welatên cînar derxe, lewira rûsên herêmî wê gavê bavêjin û alozîyê wekî hincetekê bikar bînin da ku destwerdanê bikin, wekî ku Krêmlê berî deh salan li rojhilatê Ûkraynayê kir.

Naha, amadekirina ji bo şer bi tevahî koalîsyonê re dîsa pêşengîyek NATO ye, ji ber vê yekê hevalbendî armanc dike ku “hevbendan amade bike ku mil bi mil şer bikin”. Bi vê armancê îsal NATO ê biryar da ku ji sala 1988 a vir ve herî mezin tetbîqata xwe ya bi navê “Steadfast Defender” pêk bîne.

Tetbîqat ji sibat heta gulanê li  Avropayê tên lidarxistin û 90 hezar pêrsonalên leşkerî yên welatên hevpeymanê tê de beşdar dibin. Sekrêtarê konsêya ewlekarîyê ya Fêdêrasîyona Rûsyayê Nîkolay Patrûşêv îdîa kir ku di van tetbîqatên leşkerî de “sênaryoya rû bi rûbûna çekdarî ya bi Rûsyayê re tê çêkirin”. Di mijdara sala 2023 a de, serokê Komara Çêxîyayê Pêtr Pavêl ragihand ku NATO Rûsyayê wek xetera yekem ya li ser Avropayê dibîne. Di çileye sala 2024 de, sêkrêtarê giştî yê hevbendîyê, Yêns Stoltênbêrg, dîyar kir ku ew tu gefên raste-rast ji Fêdêrasîyona Rûsyayê nabînin.

Meha sibatê de rojnameya Bild qonaxa “Êrîşa Rûsyayê ya li dijî NATO ê” ku ji alîyê rayadarên alman ve dihat hêvîkirin, weşandibû, yek ji wan jî dagirkirina leşkerên Rûsyayê ya li ser axa Almanyayê ye. Serokê wezîreta parastinê ya Fêdêrasîyona Rûsyayê Sêrgêy Şoygû destnîşan kir ku Rûsyayê qet nîyeta êrîşê li ser welatên NATO ê nekirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button