H’emû nûçeSereke

Wextê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Qerebaxê, ya meha îlonê, zêrandin û usa jî eblûkirinên cinyaza hatine kirinê: parêzera mafên mêriv

Wextê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Qerebaxê, ya  îlona sala 2023 a, zêrandin û usa jî eblûkirinên cinyaza, hedefkirina sîstêmên sîvîl, hatine kirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv Anahît Manasyanê wextê rabekirina raporta îdarêye sala 2023 a gotîye.

Parêzera mafên mêriv daye dîyarkirinê,wekî hema ji destpêka agrêsîyayê jî ew çûye Syûnîkê û Vaykê. Teşkîla îdara mafên mêriv encamên axaftinên bi têlefonê, yên tevî ji 350 î zêdetir merivî raporta salêda raber kirine.

Bi wê yekêva tevayî, ewê çawa destanîna mezin ew yek hesab kirîye, wekî cara ewlin raporta îdara parêzerê mafên mêriv bi raberkirinên wekîla şêwira Avropayêye mafên mêriv, Dûnya Mîyatovîçê anîne ber çeva.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button