H’emû nûçeSereke

Pevketinên  çawa wextê hevdîtina Mîrzoyan-Bayramov hatine destanînê: wezîreta Ermenîstanêye karên der

10-11 ê gulana sala 2024 a, li bajarê Qazaxistanêyî Alma Atayê hevraxeberdanên wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov pêk hatine.

Derbarê wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.

Wezîra pêşketina nava pirsa cudakirina sînorada û pevketinên bona wê yekê destanî silav kirine. Gotûbêjkirinên dora projeya qayîlnivîsara dualî, yên “Derheqa îzbatkirina pêwandîyên orta herdu welatada û aşîtîya di navbera herdu welatada”, berdewam kirine. Alî pevektine hevraxeberdana dora pirsên vekirî berdewam bikin, nava kîjanada hevraqayîlnebûn hene.

Wextê seredanê, wezîrên herdu welataye karên der cuda-cuda rastî cîgirê serokwezîrê Qazaxistanê, wezîrê karên der Mûrad Nûrtlêû hatine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button