H’emû nûçeSereke

Baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê derheqa rêzolyûsîya Sênatêye derbarê sanksîyayên dijî Adirbêcanê xeberdaye

Van axirîya Sênata Fransîyayê du qanûn qebûl kirine, bi kîjana bangî hukumata Fransîyayê dikin ku dijî Adirbêcanê sanksîya bidine xebatê, nava wanda konfîskasîyakirina hebûna serokên Adirbêcanê û qedexekirina stendina gazê û  neftêye ji wî welatî.Feqet ew yek nebû. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî rayoya “Azaî” ê, baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê, Olîvyê Dêkotînî xeberdaye.

“Menî ewe, wekî sûka me ya tomerîye.Endamên Yekîtîya Avropayê sûka tevayî saz kirine û çawa endama Yekîtîya Avropayê tu kes nikare bi yekalî sanksîya pêşda bikişîne. Heger gilî derheqa sanksîyayên êkonomîkîdane, kîjan li ser  beşa neftê û gazê, yan jî beşeke êkonomîkîye mayîn tehsîr dikin, wî çaxî Avropa mala tomerîye, li kîderê heger pencerê digrin, her yek dikare bi cîhekî mayînra bê hundur. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî hemû welatên endam gerekê dora wan sanknsîya qayîlbin.Niha qayîlîya derheqa wê yekêda tune”,- bayloz gotîye.

“Ermenîstan ketîye nava halekî usa, yê ku mînanî halê cêrge endamên fonda avropîne. Ermenîstan welatekî usaye, beşeke kîjanî hatîye dagirkirinê û welatên herêmê gefa lê dixun”,- baylozê Fransîyayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button