H’emû nûçeSereke

Van 3 salên dawîn de, Ermenîstan bûye yek ji pêşengên gerguhêzkirina barkêşan bi herêmên Rûsyayê re

Tirkîya, Ermenîstan û Çînistan  van 3 salên dawîn de bi herêmên Fêdêrasîyona Rûsyayê re di warê barkirinê de pêşeng in.

Li gorî “Armênprêss” ê, ev yek ji hêla TASS ê ve, li ser gotinên Yêvgênîa Lazarêvayê, seroka katêgorîya “Xizmetên veguhastinê” ya platforma “Xizmetên avîto” tê ragihandin.

 “Di nava sê salên dawî de, ji adara sala 2021 ê heta nîsana sala  2024 a, di navbera herêma fêdêral ya Başûr û Tirkîyayê de herî zêde zêdebûna trafîka barkêşan pêk hat: qebareya veguheztina kargoyê  hema 17 qat zêdetir dest bi şandina ji başûrê Rûsîyayê kirîye”  Lazarêvayê gotîye.

Li gorî wê, duyemîn cîhê herî popûlyar Çînistan e.

“Daxwaza veguhestina kargoyê ji herêma fêdêral ya Başûr bo Ermenîstanê jî 11 qat zêde bûye”,- seroka ajansê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button