Paşînyanê serokwezîr nava pêvajoya dîyarkirina sînorên ermenîya-azêrîyada bi hêvîdarî xeberdaye
Pêvajoya dîyarkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda berdewam dibe û hukumata Ermenîstanê hêvîdare wekî herdu alî wê nava wê pirsêda li ser wê tabîyêbin.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî Nîkol Paşînyanê serokwezîr derheqa wê yekêda nava çarçoveya civîna li Kopênhagênê gotîye.
“Niha pirsgirêka hîmlî ewlehkarîye. Gelo fikira meye stratêjîk kîjane? Gelo emê çi cûreyî ewlehkarîya welatê xwe çareser bikin? Van axirîya ez li parlamênta me bi axaftin pêşda hatim û min gotîye wekî bi fikira min mecala here girîng, ya bona çareserkirina ewlehkarîyê sîyaseta meye lêgîtîme”,- Paşînyan gotîye û daye zelalkirinê ku bona çi Ermenîstan derheqa dêklarasîya Alma Atayêda xeber dide.
Serokwezîr derheqa wê yekêda xeberdaye ku dêklarasîya Alma Atayê çi dibêje.
“Ew dokûmênt ji alîyê 12 komarên Sovyêtêda hatîye qebûlkirinê, bi kîjanê tê gotinê,wekî Yekîtîya Sovyêtê bi wê dokûmêntê heyîna xwe dide sekinandinê û sînorên di navbera Komarên Sovyêtêda dibine sînorên dewletê, çimkî Komarên Sovyêtê dibine welatên serbest. 6 ê cotmehê rasthatina çaralî li Prahayê pêk hat, beşdarî kîjanê bûn serokê Fransîyayê, serokê Şêwira Avropayê, serokê Adirbêcanê û ez, li kîderê pevketin hate destanînê,wekî Ermenîstan û Adirbêcan yekîtîya axa hevdu û serbixwetîya hevdu li ser bingeha dêklarasîya Alma Atayê nas dikin.Em pevektine, wekî dêklarasîya Alma Atayê gerekê bibe bingeha dîyarkirina sînorên herdu welata”,- Paşînyan gotîye