H’emû nûçeSereke

Nava salekêda emê çêkirina rîya bakûr-başûr, ya beşa ji Yêrêvanê hetanî Gumirîyê, ser hevda bînin: Sanosyan

Hetanî havîna sala 2025 a çêkirina rîya bakûr-başûr, ya ji Yêrêvanê hetanî Gumirîyê, wê bi temamî ser hevda bê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma, Ginêl Sanosyan gotîye rojnamevana.

Ewî daye bawarkirinê, wekî li hemû cîya pêvajoya aktîv pêk tê. Sanosyan gotîye wekî beşa Kacaran-Agarakê xebatên amadekirinê tên mîyaserkirinê û zûtirekê gerekê çêkirina tûnêla Kacaranê despêbe.

Wezîr gotîye,wekî Ermenîstanê û banka Avropayêye pêşketinê qayîlnivîsar îmze kirine, li gorî kîjanê 236 mîlyon yûro wê bona çêkirina rê bê başqekirinê.

Sanosyan daye zelalkirinê,wekî temamîya rîya bakûr-başûr pareveyî ser beşên bakûr, başûr û navîn kirine.

“Bona xebatên li beşa başûr, 373 mîlyon yûro tê xwestinê. Mecalên mayîn /137 mîlyon yûro/ wê bi hevkarîya tevî banka Avropayêye învêstîsîyon bêne berevkirinê û îdî pevketina bona wê yekê heye. Ermenîstanê bi byûcêya xwe jî beşdarbe.Bona bi temamî çêkirina rîya bakûr-başûr ji 700 mîlyon yûroyî zêdetir krêdît têra hatîye dîtinê”,- wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button