H’emû nûçeSereke

Pêvajoya dîyarkirina sînora di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gerekê bibe mecaleke hînbûna jîyîna edil: serokwezîr

Cêribandina jîyîna edil û zanebûnên derheqa wê yekêda li cem Ermenîstanê û Adirbêcanê tunene. “Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda wextê civîna şêwira serokên banka Avropayêye pêşdaçûyînê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye. Bi fikira serokwezîr, bêyî hînbûnê nikarin edil bijîn.

“Ji rojên serbestîyêye ewlinda Ermenîstan û Adirbêcan nava dew û dozêdanin û ji wê yekê tiştekî girîng heye ku gerekê hînbin edil bijîn, kîjan pêvajoyeke girane, çimkî ez dîsa diwekilînim him em û him jî Adirbêcan nizanin ew yek çiye û çi cûreyîye.Ew tiştên ku tu nizanî xemgînîya, sertbûnê pêşda tînin.Ew yek usa jî cêribandina dîrokê dide kifşê. Li vir pêwîstîya hînbûnê pêşda tê, çimkî cêribandina dîroka merivatîyê gerekê bigota merivatîyê û bida kifşê,wekî meriv nikare berbi erşê ezmîn bifire û ew yek bi rastî ewqas wede nedibû, hetanî ku merivatîyê ew yek cêriband û niha çûyîna erşê ezmîn tiştekî sadeye”,- serokwezîr gotîye.

Bi gotina wî, nava pirsa Ermenîstanê û Adirbêcanêda jî hewcetîya hînbûna wê yekê pêwîste.

“Ji van mecala yek jî projeya hukumata meye, ya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê”.Nava wêda xaleke girîng ewe wekî Ermenîstan û Adirbêcan bona hev rîya vedikin, nava axa hevdura xetên cûre-cûre dikişînin”,- serokwezîr gotîye.

Bi fikira Paşînyan, di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pêvajoya dîyarkirina sînora destpê bûye û ew yek gerekê bibe mecaleke wî cûreyî, ya ku wê Ermenîstanê û Adirbêcanê hînî jîyîna edil bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button