H’emû nûçeSereke

Li Adirbêcanê sûc di atmosfereke bêcezakirina tevayî de tên kirin: Neteweyên Yekbûyî derbarê îşkenceyê de raporek weşand

10 ê gulana sala 2024 a komîtêya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî îşkenceyê encamên xwe yên dawîn derbarê bicihanîna erkên Adirbaycanê yên di çarçoveya Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li dijî îşkenceyê de weşand.     

Li gorî rapora “Armênprêss”ê, li civîna çapemenîyê ya li ser “Encamên komîtêya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî îşkenceyê li ser sûcên Adirbêcanê yên li dijî ermenîyan” de, seroka rêxistina “Parastina mafên bêsînor” Araks Mêlkonyanê,  sala 2024 a 22 ê nîsanê pispora karûbarên hiqûqî Anna Mêlîkyanê di çarçoveya çavdêrîya 5 a,  rapora pêryodî ya Komara Adirbêcanê ya komîtêya dijî îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Jnêvê de, rewşa îşkence û windakirina bi zorê ya ji alîyê Adirbêcanê ve li girtîyên ermenî û sîvîlan hatîye kirin,  raber kirin.

Berê, sala 2024 a 18 ê adarê rêxistina sîvîl ya “Parastina mafên bêsînor” bi rêxistinên hevkarên mafên mirovan re, berîya nirxandina 5 emîn rapora demkî ya Komara Adirbêcanê, raporeke altêrnatîv raberî komîtêya li dijî îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî kir. Rêxistinan dîyar kirin ku ji çaremîn vekolîna demkî ve, Adirbêcanê pêşnîyarên komîtêyê ji bo mîsogerkirina nêzîkatîya sifir ji bo pirsgirêka berdewam ya îşkenceyê û pêkanîna bêcezakirinê pêk neanîye.

Di rapora me de bal hat kişandin ser sûcên şer yên salên 2016 a, 2020 î, 2021 ê , 2022 a ku ji alîyê Adirbêcanê ve hatine kirin û li ser bingeha gotinên nefretê hatine kirin. Bi taybetî jî giranî li ser sîyaseta nefreta ermenîyan ya li ser asta dewletê hate meşandin û ji ber wê jî sûcên hovane hatin tomarkirin. Adirbêcan bi giranî ji ber bêcezabûnê bêrehm bûye. Di raporê de me her wiha behsa dorpêçkirina Qerebaxê, encamên wê, binpêkirinên berfireh yên mafên niştecîhên herêmê yên ermenî, rûdanên nemirovî yên li hemberî wan kirin”.

Li gorî wê, di encamnameyên dawî yên komîtêya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî îşkenceyê ya derbarê Adirbêcanê de, giranîyeke girîng li ser sûcên ku li dijî ermenîyên êtnîkî û neteweyî di çarçoveya pirsgirêka Qerebaxê de hatine kirin, heye. Di hemû raporên ku ji alîyê rêxistinên pispor ve hatin raberkirin de behsa rewşên kuştinên bê daraz, îşkence, dîyardeyên cuda yên mûameleya dijmirovahî hat kirin.

“Komîtêya Netewên Yekbûyî li dijî îşkenceyê tunebûna tevahî ya tirsa ji berpirsîyarîya sûcdarên tawanê belge kir û, li ser vîdêoyan, tawanên hovane tomar kir, wek nimûne, serjêkirina tevahîya mirovan, birîn, dîyardeyên cuda yên tundûtûjiyê li dijî girtîyên şer. “Me berê gelek tawankaran di wan vîdyoyan de nas kirine, lê atmosifera bêcezakirina tevayî hîn li Adirbêcanê heye, ev yek jî ji hêla komîtêya Netewên Yekbûyî ya navborî ve hate piştrast kirin”,- Mêlkonyanê gotîye.

Raporê de amaje bi êrîşên serbazî yên Adirbêcanê li ser Qerebaxê  îlona  sala  2023 a hatîye kirin, ku di encamê de kesên girtî di zindanên Adirbêcanê de mane û alîyê Adirbêcanê jî rêgirîyê li çareserkirina pirsa vegerandina wan dike. Komîtêyê her wiha da zanîn ku divê peymana Jênêvê ya mafên girtîyan ji bo kesên navborî jî derbas bibe, ji ber vê yekê ji Adirbêcanê pêşnîyar kir ku di mijara îşkenceyê de sifir  nîşan bide û derbarê sûcên ku li dijî ermenîyan hatine kirin de lêpirsîneke bêalî dest pê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button