H’emû nûçeSereke

Halê li Kafkasîya Başûr hatîye raberkirinê

Pirsên herêmî, yên li zona Şêwira Avropayêye gêografî, nava wanda yên li Kafkasîya Başûr, rojeva hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê û têmayên dora kûrkirina pêwandîya wextê hevdîtinên Ararat Mîrzoyan, yên  nava dorana hemcivîna Şêwira Avropayêye wezîra hatine gotûbêjkirinê.

Nava wan hevdîtinada Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Makêdonîyayêyî karên der Bûar Osmanî, wezîra Slovênîyayêye karên der Tanya Fayonê, wezîra Andorayêye karên der Îma Tor Faûsê, usa jî wezîrên Çêxîyayê û Îrlandîyayêye karên der hatîye.

“Bi hesabhildana bûyar û wedê niha, niha kûrbûna pêwandîyên tevî hevkara û çêkirina di navbera hevda girînge.Şêwira Avropayê û prînsîpên mafê navneteweyî, usa jî sîstêmên navneteweyî, yên ku li ser hîmê qedirgirtina mafên mêriv hatine sazkirinê,ew cîhne, li kîderê cedandina didine xebatê bona ku atmosifêra çareserkirî û bêqezîya bo welatîyên me bê sazkirinê”,- wezîrê  Ermenîstanêyî karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button