H’emû nûçeSereke

Tetbîqatên leşkerî yên pêrsonalên fermandarîya stratêjîk berdewam dibin: ew ji alîyê wezîrê parastinê hat şopandin

Di çarçoveya tetbîqata leşkerî ya fermandarî û pêrsonalan ya stratêjîk ya ku li hêzên çekdar yên Ermenîstanê hat destpêkirin, 18 ê gulanê de çalakîyên plankirî dewam kirin.

Wezîreta berevanîyê radigihîne ku çend beşên taktîkî hatin lîstin, û şîyanên fermandaran yên plankirin û birêvebirina opêrasîyonan hatin cêribandin. Yek ji qonaxên pratîkî yên tetbîqatê ji alîyê alîkarê yekemîn yê wezîrê parastinê, serokê fermandarîya giştî ya hêzên çekdar gênêral-lêytênant  Êdvard Asryan ve hat şopandin.

Fermandarên yekîneyên tevlî tetbîqatê bûn, zanîn û şîyana xwe ya taktîkî ya pêşxistin û pêkanîna opêrasîyonan, pêkanîna erkên lihevhatî û opêrasîyonê nîşan dan. Em bi bîr tînin ku tetbîqata fermandarîya stratêjîk ya 20 ê gulanê wê bi dawî bibe û encamên wê bi kurtî bên eşkerekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button