H’emû nûçeSereke

Divê Ermenîstan bûyerên herêmê bi baldarî bişopîne û sênarên amadekirî hebin: analîtîk

Şirovekarê sîyasî Armên Pêtrosyan di wê bawerîyê de ye ku karesata hewayî ya ku bi ser gelê Îranê de hat, êşeke mezin li Ermenîstanê jî anî, ji ber ku bi taybetî serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî û wezîrê  karên der Hosêyn Amîr Ebdullahîyan dostên mezin yên gelê ermenî bûn û bi helwestên xwe yên alîgirîya Ermenîstanê derketin, her tim di çarçoveya mijarên têra xwe hesas de hewl dide berjewendîyên Îranê û Ermenîstanê li hev bîne.

Pêtrosyan di axaftina xwe de li gel “Armênprêss”ê amaje bi wê yekê kir, ku heta niha tu encamnameyeke fermî derbarê sedema karesata hewayê de tune ye, lêkolîna bi hûrî ya rewşa karesatê hîn berdewam e, lê heta nirxandineke fermî bê kirin, em li ji belavbûna nûçeyên xemgîn heta niha çawa bûyereke wiha ji bo mebestên propagandayê tê bikaranîn.

 “Gelek aktorên dijî Îranê bi taybetî Îsrayêl û hevkarên wê yên cûre-cûre hewl didin ku xistina balafirê ji bo pêşdabirina pirsgirêkên xwe yên li herêmê bi kar bînin. Wek mînak, yekser piştî belavbûna nûçeyê, me dît ku çavkanîyên cûre-cûre yên Îsrayêlê çawa dest bi nîşankirina encamên muhtemel yên karesatê kirin, çawa hin di hundurê Îranê de bi wergirtina nûçeyê li bajarên cûre-cûre şa bûn, rayedarên dilgiran çawa hêzên çekdar li bajarokan belav kirin da ku lihev bikin, bi rewşên bê kontrol. Hinekan jî hewl dan ku nîşan bidin ku ev opêrasyon ji hêla îstîxbarata Îsrayêlê ve hatîye kirin, belkî bêyî ku li encamên muhtemel bigerin. Di vê têza ku pêşî ji Îsrayêl derket û piştre di hundirê Îranê bi xwe de û li herêmê jî geşedanek bi dest xist de, rastîya ku Raîsî berîya qezayê bi serokkomarê Adirbêcanê Elîyêv re hevdîtin pêk anîbû jî hate nirxandin. Herwiha amaje bi wê yekê hat kirin ku piştî şerê sala 2020 î hebûna Îsrayêlê li navçeyên ku ketine bin kontrola Adirbêcanê û nêzîkî Îranê ne, zêde bûye, ji ber wê jî îhtimal heye ku sêrvîsên taybet yên Îsrayêlê hilgirin”,-Pêtrosyan daye kifşê.

Wî amaje bi yek ji wan nêrînên pisporan kir ku li ser malpera têlêvîzyon û radyoya Îranê hatîye belavkirin, ku tê de ev bûyer jî bi çalakîyên Mosad yên Îsrayêlê ve girêdayî ye.

“Ji ber ku nedîyarbûn pir mezin bû, çavkanîyên cihêreng bi gelemperî agahdarîya nakok raber kirin. Min bi xwe jî analîzek wiha xwendîye ku li gorî wê helîkoptêrê li hewa teqîyaye û ev yek bi eşkere dikare encama çalakîyek dîyar be. Bi gotineke din, heta niha û di dema lêkolînê de, bi awayekî xwezayî, hîpotêza opêrasyoneke bi qestî hatîye kirin, dê bê berçavgirtin, ji ber ku divê bê zanîn ku ev yek ji bo Îranê pirsgirêkek cidî ye ku girêdayî ewlekarîya wê ya neteweyî ye, rageşîya demdirêj di navbera Îranê û Îsrayêlê de. Hema berî mehekê, alîyan bi hev re herêmên hevdu kirin armanc, ji ber vê yekê, tiştê ku qewimî, bê guman dikare di vê mantîqê de bê cîbicîkirin, bi kêmanî di qada propagandayê de vê gavê, nemaze ku Îsrayêl îmkana wê heye ku opêrasyoneke wiha ji nav axekê pêk bîne. Adirbêcanê ku yek ji welatên sînorê Îranê ye”.

Şirovekar her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku di mêdyayên bîyanî û bi taybet mêdyaya Rûsyayê de belav bûne, ku serdana serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî bo Ermenîstanê di 19 ê gulanê de hatibû plankirin, lê hat paşxistin.

Di nûçeyên navneteweyî de jî hat gotin ku ew serdan ji alîyê Raîsî ji bo ku here Adirbêcanê hatîye betalkirin. Adirbêcan bi sîyaseta xwe gelek caran nîşan daye ku li herêmê pêşeng e û dikare bandorê li rojevê bike. Dibe ku Elîyêv gavek wisa ji berê plankirî avêtibe û li ber çavan bê ka cîranê me çi ye, ne dûr e ku bi rastî planek wiha hebûya. Hin derdorên ku rewşa hevkarîya Îsrayêlê û Adirbêcanê dişopînin tekez dikin ku divîyabû serokkomarê Îranê serdana Ermenîstanê bike, ku bi îsrara Elîyêv ev serdan hat betalkirin û qezaya helîkoptêra Raîsî û rayedarên payebilind yên pê re di dema vegera ji Adirbêcanê de qewimî. “Li vir têorîsyenên komployê dibe ku hevkarîya Adirbêcan-Îsrayêlê dîtine, di encama wê de felaketa hestan pêk hatîye, ji ber vê yekê ev tez jî bi awayekî aktîv avêtine qadan û hê jî di çerçoveyê de ye”.

 “Hevalê me Îran xwedî kevneşopîyên dewletbûnê yên gelek dewlemend e, ji ber vê yekê sîstêma desthilatdarîyê ji bo derbazkirina cêribandinan xwedî rêgezek cidî ye. Li gorî wê rewşê, em dikarin bi dilgermî bêjin ku rewşa hatî dayîn jî wê bê rêvebirin. Ji alîyê din ve rewşa ne aram û ne dîyar ya herêma me rê dide me ku em bûyer û pevçûyînên cûre-cûre derbixin holê. Di vî warî de, dijberên Îranê bêguman wê hewl bidin ku di vê heyama navber de bi awayekî bandorê li pêvajoyên Îranê bikin, hewl bidin ku çalakîyên protêstoyî yên girseyî derbixin û ji têorîya komployan jî bi mebestên propagandayê hîpotêzên cûre-cûre belav bikin û dixwazin qatên cuda derxînin hole.

Wî bi bîr xist ku Îran aktorê herî girîng e li herêma me, bi taybetî di warê astengkirina projeya Tirkîyayê-Adirbêcanê ya bi navê korîdora li başûrê Ermenîstanê, ji bo bêbandorkirina wê armancê, lema nabe asteng. Li derveyî vê jî dagirkerîya Îranê dê di pirsgirêkên navxweyî de be bikaranîn û ji alîyê Adirbêcanê û Tirkîyayê ve dê hin çalakî bên dîtin, her çend niha li herêma Tavûşê xebatên sînordarkirin meşandin. Li gorî Pêtrosyan, divê Ermenîstan bûyerên herêmê bi baldarî bişopîne û sênaryoyên amade hebin ku bersivê bide her pêşveçûyînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button