H’emû nûçeSereke

Dozên wêrankirin û desteserkirina mîrateyên dîrokî û çandî yên Arsaxê li Haagê hatin rabekirin

Van demên dawîn de li padişatîya Holandîyayê li bajarê Haagayê, ji alîyê UNESCO ê, konfêranseke navneteweyî ya ku ji bo 70 salîya salvegera “Peymana parastina taybetmendîyên çandî di dema şerê çekdar de” (Haaga,sala  1954) hat lidarxistin.

Li gorî daxuyanîya wezîreta mîrata çandî ya Ermnenîstanê, bi dehan sazîyên lêkolînên mîrasê û pispor beşdarî forûmê bûne.

Şanda Ermenîstanê jî bi nûneratîya rêveberê “Navenda lêkolînên zanistî ya mîrateya dîrokî û çandî” ya Komara Ermenîstanê Xaçîk Harûtyûnyan û berpirsê parastina mîrateyên çandî Garnîk Momcyan beşdarî konfêransê bûne.

Navenda lêkolînê ya mîrata dîrokî û çandî  salên 2021-2023 de, bi saya projeya “Rêveberîya mîrata cîhanî li Ermenîstanê” ku bi UNESCO re di asteke bilind de bi serfirazî hate bicîh kirin, wî vexwendinek wergirt ku li salona ku li tenişta salona sereke ya konfêransê, ku tê de projeya hevbeş li kêleka rêxistinên navneteweyî yên navdar, standa xwe hebe, ya navenda lêkolînên zanistî û UNESCO ê ji bo sê rojan dîjîtalkirina abîdeyan, modêlkirina sêalî û her wiha xebatên din yên lêkolînê, bernameyên perwerdehîyê û projeyên din yên ku bi alavên herî dawî hatine kirin, hatin raber kirin. Dêlêgatên welatên cuda, sefîrên welatên endamên UNESCO ê, nûnerên sazîyên lêkolînê yên navneteweyî serdana pavîlyona Ermenîstanê kirin, bi hin ji wan re lihevkirin hatin kirin ku di demeke nêz de projeyên hevpar bên bicihanîn.

Projeya dîjîtalîzekirin û vegerandina destnivîsên navenda destnivîsaran ya bajarê Hewlêrê yê Îraqê ku bi hevbeşî ji alîyê UNESCO ê, wezîreta  karên der ya Îranê û Matênadarana Maştos ve tê cîbicîkirin, li pavîlyona Ermenîstanê hat raberkirin û di encamê de xebatkarên destnivîsara Matênadaranê ji bo xebatkarên navenda Hewlêrê dewreyên pevguhertina ezmûnan û perwerdeyê li dar xist.

Di konferansê de, di nav mijarên din de, mijarên girêdayî pêwîstîya mêxanîzmayên nû yên yasayî ji bo parastina mîrateyên çandî (maddî û ne madî) di şert û mercên şerê çekdarî de, û herwiha rola alavên herî dawî di vê mijarê de hatin gotûbêjkirin. Di vê çarçoveyê de rêveberê navenda lêkolînên mîrata dîrokî û çandî Xaçîk Harûtyûnyan bûyerên wêrankirin û desteserkirina mîrateyên dîrokî û çandî yên Qerebaxê bi bîr anî û her wiha bal kişand ser pêwîstîya mêxanîzmên nû yên mûhtemel yên çavdêrîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button