H’emû nûçeSereke

Girînge ku sîstêma ewlehkarîya meye atomî bikaribe li ber qezîyayên nû ber xwe bide: Ararat Mîrzoyan

Stansîya ermenîye atomî, nava salada cêrge bername mîyaser kirine bona ku dereca ewlehkarîya atomî, gorî pêşnîyarên Ajansa Ewlehkarîya Atomî, ya Navneteweyî, bê bilindkirinê. Ermenîstanê birîyar kirîye wedê xebata stansîya atomî hetanî sala 2036 a bide dirêjkirinê, bona ku piştra derbazî ya nû bibe. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê hemcivîna navneteweyî, ya bi sernavê “Sazkirina pêşerojê” li Vîênayê gotîye.

Ewî nava axaftina xweda daye dîyarkirinê:

“Berî axaftina xwe minê bixwesta serxweşî bida hukumata Îranê, hevkara û cimeta Îranêye dost, girêdayî qezîya  helîkoptêrêra.

Ez dixwezim razîbûna xwe bidime sêkrêtarê sereke û teşkîla wî, bona organîzeykirina vê civînê û usa jî Aûstralîyayê û Qazaxistanê pîrozkim bona wê serkarîkirina civînê.

Ermenîstan dîsa li ser wê tabîyêye ku ew gorî peymana derheqa belanekirina atomêda û dokûmêntên  navneteweyîye mayîn pêşda diçe.

Nava dehsalîyên dawîda, atmosifêra global gelekî hatîye guhartinê.Tiştekî gelekî girînge, wekî sîstêma ewlehkarîya atomî bikaribe li ber pirsgirêkên nû ber xwe bide. Nava wê yekêda pêşxistina dîyalogê, pevguhartina înformasîyon û xebitandina cêribandinê girîngin.Stansîya ermenîye atomî nava salada cêrge bername mîyaser kirine, bona ku  dereca ewlehkarîya atomî, gorî pêşnîyarên ajansa navneteweyî, bê bilindkirinê.

Armanca me ewe, wekî pêwîstî heye ku piştgirya nû bidine pêvajoya amadekirina peymana navneteweyî, li gorî kîjanê wê bê qedexekirinê ku êrîşê bibine ser wan îdara, li kîderê ênêrgîya atomî bi armanca aramîyê tê xebitandinê.

Bila ev hemcivîn çawa ya hevkarî û nûbûnê qulix bike û me berbi pêşeroja çareserbûyî û bêqezîya bibe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button