H’emû nûçeSereke

Jîngeha çandî ya Qerebaxê di bin gefa wêrankirina tam de ye: yekîtîya  hemermenî polîtîkaya bêhevseng ya UNESCO  ê şermezar dike

Vandalîzma sîyasî ya Adirbêcanê di encama “çaydanî” û bazirganîya li pişt perdeyê de li dora dolarên pêtrolê gihîştîye asta sînîzmeke durû. Li gorî rapora “Armênprêss”ê, yekîtîya hemermenî “Gardman-Şîrvan-Naxîcevan” li ser vê yekê daxuyanîyek da û tê de sîyaseta bêhevseng ya UNESCO ê ya li hember rastîyên heyî şermezar kir.

Alîkarê serokkomarê Adirbecanê Hîkmêt Hacîyêv ji bo xapandina civaka navneteweyî û nûnerên sazîyên navneteweyî û veşartina rastîya jênosîda ermenîyan di bin gotinên xweş de xebatên xwe yên durû didomîne.

Hacîyêv got ku wî “li Bakûyê bi nûnerên daîmî û balyozên welatên endamên UNESCO ê re gotûbêjên berfireh û vekirî pêk anîn”. Civîna ku ji alîyê rayedarekî welatekî ku jênosîd pêk tîne çiqas berfireh û bi çi awayî vekirî bû, balkêş e. “firehîya” gotûbêja ku  Hecîyêv xeyal dikir, raste-rast bi rêza tawanên Adirbêcanê yên li dijî çanda ermenîyan re têkildar bû wek mînak, goristana ermenîyan ya wêrankirî ya Cûgaya Kevin ji civaka navneteweyî re vekirî bû.

Hecîyêv wiha dawî li axaftina xwe anî: “UNESCO ya me hemûyan û ya hemû civaka navneteweyî ye. Divê em vê rêxistinê hîn zêdetir biparêzin û pêş bixin”. Tişta ku alîkarê serokkomarê Adirbêcanê di bin vîzyona parastin û geşepêdana UNESCO de xeyal dike, li vir pir pirsgirêk e. Ma wî behsa heman pêtrodolaran kir ku bêdengîya UNESCO ê di dema wêrankirina goristana ermenîyan ya Cûgaya Kevin de mîsoger kir?

Îro hemû jîngeha çandî ya Qerebaxa Çîya di bin xeterîya herî rast ya wêrankirina tam de ye. Avahîyên olî, neteweyî-ruhanî yên ermenîyan, hemû wargeh tên wêrankirin, xapandin û veguhertin û nûnerên UNESCO ê yên ku hê di sala 2020 î de ne. Divê piştî şer li Qerebaxê  teslîm bibûna, bi yek ji mîmarên paqijîya etnîkî ya zêdetirî 150 hezar ermenî re çayayekê çêdikin.

Yekîtîya hemermenî “Gardman-Şîrvan-Naxîcêvan” bi tundî polîtîkaya bêhevseng ya UNESCO ê ya li gorî rastîyên heyî şermezar dike. Vandalîzma sîyasî ya Adirbêcanê rastîyek e ku îdî sînoran nas nake, ku di encama “çayxane” û bazirganîya li pişt perdeyê li dora dolarên pêtrolê de gihîştîye asta sînîzma durû. Encam wêrankirina navendên şaristanîya xirîstîyanên kevnar, avahîyên bi pêkhateyên mîmarî yên bêhempa, komplêksên çandî yên bêkêmasî ye. Em daxwaz dikin ku UNESCO dawî li pêkanînên xwe yên “çayhizkirinê” yên bêdengî û adaptasyonê bîne û kiryarên ku ji erka xwe tê xwestin bi cîh bîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button