H’emû nûçeSereke

Pirsên derheqa fînansekirina bernama çêkirina rîya sînorê Ermenîstanêyî dewletê, ya Yêrêvan-Yêrasx- Gorîs-Mêxrîyê, hatine gotûbêjkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan serokê fonda pêşkeftin û qewînbûna Avrasyayî Andrêy Şîrokov qebûl kirîye.

Ji wezîreta Ermenîstanêye fînansa elam kirine,wekî wextê hevdîtinê, pirsên nava çarçoveya çêkirina korîdora rê, ya bakûr-başûr, çêkirina tûnêla nêzîkî Kacaranê û usa jî yên fînansekirina bernama çêkirina rîya sînorê dewletê, ya Yêrêvan-Yêrasx-Gorîs-Mêxrîyê hatine gotûbêjkirinê.Wezîr beşdarbûna fondê, ya tevî projeyê bilind qîmet kirîye.

Xeberdan usa jî derheqa bernamên învêstîsîyon û piştgirîya têknîkîda çûye.Pevketin hatîye destanînê, ku hetanî dawîya meha gulanê gotûbêjkirina  bi hûrgilî bê pêkanînê.

Dawîya hevdîtinê, heytehola fermî, ya îmzekirina qayîlnivîsara derheqa fînansekirina bi sed mîlyon dolarî, ya ji alîyê fondêda, pêk hatîye.

Fonda qewînbûn û pêşkeftina Avrasîyayî sîstêma herêmêye fînansîye, mecalên kîjanê dighîjine 9 mîlyard dolarî û ew fond sala 2009 a ji alîyê Komara Ermenîstanê, Komara Bêlarûsê, Komara Qazaxistanê, Komara Qirqizstanê, Fêdêrasîyona Rûsîyayê û Komara Tacîkstanêda hatîye damezirandinê. Armanca fondê ewe, ku piştgirîyê bide çareserbûna welatên endame bi êkonomîkî û fînansî.

Li Ermenîstanê byûcêya fondêda  cêrge bernamên  bahê 540 mîlyon dolarî hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button