H’emû nûçeSereke

Di encama xêzkirinê de sînorê dewletê yê Ermenîstanê ji nû ve tê hilberandin, bi kêmanî ne mantiqî ye ku meriv jê re tawîz bi nav bike: serokwezîr

Serokwezîr Nîkol Paşînyan gote-gotên ku dibêjin alîyê Ermenîstanê di pêvajoya xêzkirina sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê de li herêma Tavûşê tawîzan dide, nayê qebûlkirin. Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, Paşînyan di civîna pirs û bersivan de ligel endamên hukumetê li miclîsa neteweyî, gotîye.

 “Ez axaftinên li ser tawîzan bi temamî qebûl nakim. Çima, ji ber ku heger sînorê dewleta de cûre ya komara Ermenîstanê ji nû ve bê hilberandin (ez dixwazim bi bîr bînim ku ew nayê afirandin, lê ji nû ve tê hilberandin), bi kêmanî ne mantiqî ye ku meriv jê re tawîz bi nav bike. Ez ê vê yekê bi serketî bibînim, ji ber ku di dîroka xwe de yekem car Komara Ermenîstanê bi mûzakereyên serbixwe sînoran ji nû ve hildiberîne û ji bo pêşdebirina serwêrî û dewletbûna Ermenîstanê kevirê herî girîng datîne”,-Paşînyan gotîye.

Serokwezîr destnîşan kir ku çima difikire ku sînor ji nû ve tê hilberandin.

“Sala 1991 ê de, bi rastî, bi tevlîbûna daxuyanîya Alma Atayê, Komara Ermenîstanê careke din ragîhand ku di nav sînorên Ermenîstana Sovyetê de serxwebûna xwe bi dest dixe.  Û têknebarîya sînoran di danezana Alma Atayê de hatîye tomarkirin, û ji sala 1991 ê  sînorên de cûre yên heyî sînorên di navbera Sovyêtê ya Ermenîstanê û  Adirbecana Sovyêtê de ne. Û me di vê demê de xebat kir, me hemû bingehên de cûre ji bo hebûna wî sînorî rakir. Me piştrast kir ku em dizanin sînorê qanûnî yê Komara Ermenîstanê ji ku derê derbaz dibe û ew sînor li ser erdê ji nû ve hilberandin, bi prînsîba “sînor ji ku derê derbaz dibe”. Ez dixwazim bêjim ku di encama vê prosêsa sînordarkirinê de yek mîlîmêtrê jî ji axa serwêrî ya Komara Ermenistanê ji kesekî din re nehişt. Paşînyan di dawîya axaftina xwe de got: “Herêma serwêrîya Komara Ermenîstanê bi temamî li herêmên sînorkirî hatîye tomarkirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button