H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wek xala herî girîng ya krîtîk, wek xaçerêya aştîyê tê dîtin:Vîzlêr

Ermenîstan wek girêka herî girîng ya krîtîk tê hesibandin, hûn xaçerêya aştîyê ne û biryarên îro têne girtin dikarin bibin rêgeza sibê.Derheqa wê yekêda, dema axaftina xwe ya li meclîsa netewî ya Komara Ermenîstanê de, serokê palata parlamêntaran ya Diksûta Mezin ya Lyûksêmbûrgê Klod Vîzlêr  ragîhandîye.

Li gorî serokê palata parlamêntaran ya Diksûta Mezin ya Lyûksêmbûrgê, her çend Ermenîstan di şerê bi Adirbêcanê re û hem jî di qebûlkirina penaberan de gelek zehmetî dikişîne jî, ji bo aramîya dêmokratîk têkoşîna xwe didomîne.

 “Ermenîstan xwedî firsendeke nedîtî ye ku li vê herêmê şer bike û aştî, hevkarîya navneteweyî û pêşketina dêmokratîk pêk bîne. Di vî warî de hûn ê her dem xwe li kêleka me bibînin”,-Vîzlêr di dawîya axaftina xwe de gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button