H’emû nûçeSereke

Îran arasteya ku di pilanên serokkomarê nehf de hebû dubare dike: vekolîner amaje bi peyama rêberê ruhanî yê Îranê kir

Pir girîng e ku di van rojên trajîk yên Îranê de, Ermenîstan beşdarî merasîma definkirina serokkomar, wezîrê karên der û şehîdên din yên payebilind yên vî welatî di asta herî jor de bi serokatîya serokwezîr bû, ku careke din bal kişand ser girîngîya têkilîyên navbera du welatên cînar û dost û giringîya wan ji bo her du alîyan.

Rojhilatnas, şirovekarê sîyasî Armên Pêtrosyan li gotûbêja bi “Armênpress”ê re, ev bîr û bawerîya rêberê şorişa Îslamî ya Îranê Elî Xamênêyî li bara peywendîyên Ermenîstanê û Îranê ku rêberê ruhanî yê Îranê di hevdîtina digel  serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li Têhranê ye.

 “Eşkere ye ku bi dayîna peyameke wiha, alîyê Îranê çend armancan dişopîne. Peyama rêberê gîyanî di heman demê de çend wergir hene. Berî her tiştî Ermenîstanê armanc dike, di hevdîtina bi rêberê wê re rêberê ruhanî yê Îranê helwesteke girîng nîşan da. Peyama berfirekirina peywendîyên Ermenîstanê û Îranê jî ji bo dijberên her du welatan, dewletên neyar yên navçeyê ye, ku bi sûdwergirtina ji rewşê, dê hewl bidin di vê heyama dijwar de ji bo Îranê di hesabên xwe de planên xwe pêş bixin. Dibe ku ev yek bibe pirsgirêk û berovajî berjewendîyên hevpar yên Îranê û Ermenîstanê”.

Şirovekar amaje bi wê yekê jî kir, ku ji peyama Elî Xamênêyî ev xala girîng tê ku di bê geşepêdana zêdetir ya peywendîyên dualî de, nabe ku li Ermenîstanê tu guman û nîgeranîyek li ser sozên ku ji alîyê hukumeta Rayîsî ve hatine girtin û pêşvebirina rêwerzên prînsîpê li Îranê hebe.

Alîyê îranî araste, prînsîp û amadebûna ku di planên serokkomarê nemir de hebû, dubare dike.

Rêberê şorişa Îslamî ya Îranê Ayatolah Elî Xamênêyî di hevdîtina bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re ragîhand ku serokkomarê nemir Êbrahîm Rayîsî di derbarê pirsgirêkên sînorên Ermenîstanê de hesasîyeteke mezin heye û divê ev hesasîyet û baldarî li ber çavan bê girtin.  Rêberê ruhanî yê Îranê destnîşan kir ku sîyaseta berfirehkirina peywendîyên Îranê bi Ermenîstanê re dê di bin serokatîya birêz Mohemed Moxber de berdewam be.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button