H’emû nûçeSereke

Ji meha  hezîranêda  qîmetê vîza şêngênîyê bi 12,5 selefî wê zêde be

Sala 2024 li gorî biryara komîsyona Avropayê ya ku di kovara fermî ya Yekîtîya Avropayê de hat weşandin, wê 11 ê hezîranê de ji bo mezinan 90 yûro û ji bo zarokên 6-12 salî 45 yûroyî be.

Li gorî belgeyê, serlêderên ji welatên ku ji bo vegerandina hemwelatîyên xwe yên bi qaçaxî li Yektîya Avropayê dimînin hevkarî nekirine, li gorî biryara meclîsê dê 135 yan jî 180 yûro heqê vîzeyê bidin.

Biryara zêdekirina erkê  14 ê adarê de hatibû girtin, lê wê roja 12 emîn de piştî weşana  kovara Yekîtîya  Avropayê de bikeve merîyetê. Berîya wê jî wezîretên karên der yên Slovênîyayê û Fînlandîyayê li ser zêdekirina mûçeya erkê hemû cîhanê agahdar kiribûn.

Niha bihayê vîzeya şengenîyê ji bo mezinan 80 yûro û ji bo zarokan jî 40 yûro ye. Komîsyona Avropayê zêdebûna bi 12,5 selefî bi înflasyonê re rave kir.

Komîsyona avropî hewcedarîya guheztina heqê vîzeyê li ser bingeha “standartên obyêktîv” dinirxîne, di nav de asta înflasîyonê û mûçeyên navînî yên karmendên dewletê yên li Yekîtîya Avropayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button