H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê ku welatê wî nava halê xirabda bûye, xebateke mezin kirîye: Blînkên

Yekîtîya Dewletên Amêrîkayê dîna xwe dide berbirîbûnên Ermenîstanêye raberkirî û gerekê birîyarke ku gavên çi cûreyî bêne avîtinê, bona ku Waşîngton hevkarîya tevî Yêrêvanê bide qewînkirinê û piştgirîyê bide Ermenîstanê.Elametîya vî cûreyî sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wextê guhdarkirinên li komîsîya Kongrêsêye pêwandîyên der, gotîye.Êntonî Blînkên nedaye zelalkirinê ku berbirîbûn û usa jî piştgirî derheqa çidanin.

“Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê ku welatê wî nava halê xirabda bûye, xebateke mezin kirîye. Em dixwezin garantîya wê yekê bidin wekî hemû kes, nava wanda usa jî merivên ji Qerebaxê çûyî, piştgrîyê bistînin”,-Blînkên gotîye.

Dîplomat bîr anîye wekî hevdîtina li Bryûsêlêye sêalî, pêk hatîye û cedandinên çi cûreyî gerekê bidine xebatê ku Waşîngton û Bryûsêl piştgirîyê bidine Ermenîstanê.“Emê bi cêrge alîyava pêşda herin”,- Blîkên serda zêde kirîye.

Sêkrêtarê dewletê bi hêvîdarî gotîye wekî Ermenîstan û Adirbêcan wê peymana aşîtîyê îmzekin.

Wextê guhdarkirina,Cîm Kostayê Kongrêsmên berbirî Blînkên bûye û gotîye,wekî Waşîngton gerekê Adirbêcanê ber cabdarîyê bide sekinandinê, bona “Komkujîya Ermenîйaye li Qerebaxê”. Ewî usa jî gotîye, wekî meriv nikare li ser Bekûyê gumanbe, çimkî alîyê azêrîya gelek cara pevketinên tevî Ermenîstanê destanî teribandine.

“Helkirina here baş pêşketina bona peymana aşîtîyêye.Ew yek gorî berjewandîyên Ermenîstanê, Adirbêcanê û temamîya herêmêye”,-Blînkên gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button