H’emû nûçeSereke

Gelo pêvajoya cudakirin û dîyarkirina sînora wê berdewambe:Paşînyan dide zelalkirinê

Komîsîyayên cudakirin û dîyarkirina sînora wê qeydê rojeva xwe qebûlkin, piştî kîjanê ewê birîyarê qebûlkin. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî radîyostansîya “Azaî” ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku gava mayîn wê kîjanbe û pêvajoya cudakirina sînora wê berdewambe, yan na.

“Minê bigota,wekî ev pêvajo ser hevda hatîye, çimkî hûn zanin wekî li vê beşa gundê Tavûşê xweykirina sînor bi sixêma derbazbûnê tê mîyaserkirinê, ewê hetanî 24 ê tîrmehê bi vê rêjîmê bê mîyaserkirinê, piştî kîjanê xebatên sîstêmî wê bêne mîyaserkirinê û piştî wê yekê jî pêvajoya cudakirina sînora wê bi temamî bê mîyaserkirinê. Niha leşkerên sînorxweykir û usa jî wezîreta parastinê pirsa pêşda dikişînin,wekî bi cûrê hevkarîyê çi bikin û ez difikirim,wekî mehek yan du meha ew xebat wê berdewambe”,- Paşînyan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku pêvajoya cudakirina sînora wê berdewambe, yan na, Paşînyan careke mayîn gotîye wekî komîsîya wê birîyara tevayî qebûlkin, ku ew yek  çawa gerekê bê kirinê.

“Belê, dora peymana aşîtîyê hinek pirsgirêk hene, lê dora wan pirsgirêka xebatên me berdewam dibin û xebat gerekê hûre-hûr bêne mîyaserkirinê”,- ewî gotîye û daye dîyarkirinê,wekî çi jî hebe ji Bekûyê elametî hatine belavkirinê, ku ew hindava  pêvajoya Prahayê aminin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button