H’emû nûçeSereke

Guhartina bahê vîza şêngênê, ya ji alîyê Yekîtîya Avropayêda pêşakişandî wê li ser welatîyên Ermenîstanê tehsîr neke: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa wê yekêda elametî belav kirîye, ku nava çapemenîyêda hene înformasîya, yên ku derheqa guhartina bahê vîza şêngênêdanin.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê daye dîyarkirinê,wekî bona welatîyên Ermenîstanê bahê vîza şêngênê li gorî qayîlnivîsara sala 2012 a ye.

“Bo wê yekê jî guhartina bahê vîzayên şêngênê wê li ser welatîyên Ermenîstanê tehsîr neke”,- Anî Badalyanê facebook ê da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button