H’emû nûçeSereke

Înstîtûta Lêmkîn bi daxwaznameyekê bang li serokkomarê Adirbêcanê kir ku hemû girtîyên ermenî  aza berde

Înstîtûta pêşîlêgirtina jênosîdê ya Lêmkin bang li serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv kir ku hemû girtîyên ermenî yên li Bekûyê tên girtin  aza berde û di vî warî de dest bi komkirina îmzeyan kir.

 “Înstîtûta Lêmkîn ji ber berdewamîya girtina girtîyên sîyasî yên li Adirbêcanê bi awayekî neqanûnî, bi fikar e. Em banga çalakîya lezgîn dikin. Em bang li serokkomarê Adirbêcanê dikin ku hemû ermenîyên ku niha li Bekûyê girtî ne aza berde. Binçavkirina wan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye”.

Înstîtûta Lêmkîn bang li Adirbêcanê dike ku îmzeya xwe ji bo berdana girtîyên ermenî bide.

“Bi îmzekirina vê daxwaznameyê, hûn dikarin ji bo vegerandina mafên ermenîyên arsaxîya yên li Bakûyê û her wiha hemû girtîyên ermenî yên şer û sîvîl ku bi salane hin ji wan bi awayekî neqanûnî li wir girtî ne, gavekê bavêjin”.- peyamê de hatîye gotin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button