H’emû nûçeSereke

Li Fransîyayê bang kirine ku bi cûrê lez mecala dayîna sîlihaye bona Ermenîstanê lêkolînkin

Van axirîya Ermenîstanê peymana derheqa kirîna sê radarên fransîda mor kirîye û niha jî hevraxeberdan derheqa kirîna sîstêmên zênîtîyêda pêk tên. Derheqa wê yekêda nava raporta Sênata Fransîyayêda hatîye gotinê.

“24  avtomaşînên zirihkirî, yên bi navê  “Bastîon”   îdî gihîştine Ermenîstanê.Xêncî wê yekê 26 avtomþaînên wî cûreyî jî wê herine Ermenîstanê, kîjan niha tên çêkirinê”,- nava raportêda hatîye dîyarkirinê.

Hatîye dîyarkirinê, wekî desthilatdarîya Fransîyayê ew birîyar pêşda kişandîye ku sîlihên xweparastinê bidine Ermenîstanê.

“Werin em şaşîya newekilînin û dayîna wan sîliha paşda neyêxin, yên ku pêwîstin. Bo wê yekê jî em gerekê bi cûrê lez bersiva hemû teweqekirinên desthilatdarîya Ermenîstanê bidin, bi taybetî ya derheqa pêwîstîya artîlêryayêda”,- nava raportêda hatîye gotinê. Raportkira dane dîyarkirinê,wekî pêwîste bi cûrê lez mecala dayîna artîlêryayê mîyaserkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button