H’emû nûçeSereke

Li Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dewekarîya derheqa xebitandina sanksîyayên dijî Adirbêcanê, ya bona agrêsîya dijî Arsaxê zêde dibe

Projeya sala 2024 a, ya derheqa xebitandina sanksîyayên dijî Adirbêcanê, ya bona sanksîyayên dijî 44 nevsên Adirbêcanêye fermî, ya bona agrêsîya dijî Qerebaxê û teribandina mafên mêriv, dîsa 7 dewekarîyên mayîn zêde kirîye.

Li gorî çapemenîya Adirbêcanê, 26 ê nîsanê dewekarîya wî cûreyî ji alîyê  Dîna Tîtûsê û 24 parlamêntvanên mayînda hatîye raberkirinê, lê roja îroyîn hejmara wan meriva gihîştîye 31 ê.

Piştî raberkirina projeyê, ew derbazî komîsîyayên kongrêsêye pêwandîyên der û mehkemê bûye, lê paşê gav nehatine avîtinê. Piştî qebûlkirina projeyê, Kongrêsê berbirî admînîstrasîya Baydênbe ku nava 180 rojîda îzbatkin, ku gelo ev 44 nevsên Adirbêcanêye fermî gerekê bikevine bin sanksîya, yan na.Em bîr bînin,wekî 44 meriv dikevine nava wê navnîşê: xebatkarên admînîstrasîya serokê Adirbêcanê, wekîlên sîstênên qewatê, serokatîya artêşê, wezîreta karên hundur, serokê mehkema sereke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button