H’emû nûçeSereke

Di atmosferê de guhertineke girîng heye, lê nayê wê wateyê ku em gihîştine xeta dawî: Paşînyan derbarê peymana aştîyê de

Li ser îmzakirina peymana aştîyê ya di navbera Ermenîstane û Adirbêcanê de guhertineke girîng di atmosferê de heye, lê ev nayê wê wateyê ku alî gihîştine xeta dawî.

Li gorî rapora “Armênprêss”ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li parlamentoyê bi rojnamevanan re axivî û bal kişand ser nêrîna alîyê Adirbêcanê ku konfêransa COP 29 ku meha mijdarê li Bakûyê bê lidarxistin, derfeteke baş e ji bo îmzekirina peymana aştîyê.

 “Pirsgirêk ew e ku divê li ser metna peymana aştîyê lihevkirin bên kirin. Ya rast, ev peyman  sala 2022 de pêk hatin. 6 ê cotmehê li Prahayê, paşê li Soçîyê, paşê li Bryûsêlê. Prînsîpên sereke hatine lihevkirin, dimîne ku ew di metna peymana aştîyê de be dubare kirin. Ez wisa difikirim ku îmkana me heye ku em rojek berê wê xebatê biqedînin”.

Serokwezîr li ser pirsa ku çi rê li ber Bakûyê digire ku daxuyanîya Alma Atayê di peymana aştîyê de cîh negire, serokwezîr got ku xebatên li ser metna peymana aştîyê pirqatî ye.

“Carina şiroveyên ku em li ser wê dikin, her gav di nav mirovên ku bi metn û dînamîkên peymana aştîyê nizanin de nêrînek rast çêdikin. Wezîrê karên der û sêkrêtarê encûmena asayîşa navdewletî li ser wê yekê axivîn. Lê dibe ku ew nivîs di warê vegotin û têgihîştina rastîyê de hinekî cuda be. Di rastîyê de, ji xwe di beşên lihevkirî yên peymana aştîyê de behsa danezana Alma Atayê tê kirin. Em li wir behsa tiştekî din dikin”.

Serokwezîr daxuyanîyên di asta herî jor de ji Bakûyê hatin kirin bi bîr xist. Serokkomarê Adirbêcanê ragihand ku ew bi peymanên Prahayê, danezana Alma Atayê ve girêdayî ne. Lê li gorî Paşînyan di pêvajoya jinberdanê de pirsgirêkên xebatê hene ku dikarin bên derbazkirin.

Serokwezîr li ser pirsa îmzakirina mûhtemel ya peymana aştîyê jî gotîye: “Niha di atmosfêrê de guherîneke girîng heye. Lê dîsa jî nayê wê wateyê ku em gihîştine xeta dawî û ya ku maye tenê îmzekirin e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button