SerekeSîyasî

Dîyarbekir: ciwanekî kurd ji ber pêşkêşkirina xizmetkarîyan bi zimanê kurdî hat girtin

Polîsên Tirkîyayê  li bajarê Dîyarbekirê yê Bakûrê Kurdistanê bi ser kafteryayekê de girt û xwedîyê wê desteser kir, tenê ji ber ku navê kafteryaya wî kurdî bû û xizmetkarî jî bi kurmancî û zazakî pêkêşî mêvanên xwe dikirin.

Ew dikan dikeve kolana Hûnerê ya Dîyarbekirê û ev salek û şeş meh in ku hatîye vekirin, cudahîya wê ji kafteryayên din yên wî bajarî giringîdana wê ya bi zimanê dayîkê ye. Navê xwedîyê wê kafteryayê Remezan Şîşmeke. Piştî çend mehekan ji destpêkirina karî, wî biryar da ku divê hemî mêvanên kafteryaya wî bi kurmancî yan jî zazakî daxwaza xizmetkarîyan bikin, biryara wî jî li ser bingeha parastina zimanê kurdî bû.

Wîdad Şîmşek ku birayê xwedîyê wê kafteryayê ye li ser wê rûdanê ji K24 ê re gotîye: “Birayê min serê sibehê zû têlêfona min kir û got ku polîsan ew girtîye”.

Navbirî herwesa gotîye: “Piştî ku em hatin wê derê, me dît ku derîyê kafteryayê hatîye şikandin û pareke zêde ya nav wê kafteryayê jî hatîye şêwandin, em ecêbgirtî bûn ji ber ku birayê min çi arêşeyeke sîyasî û çi arêşeyên din jî nîne, sedema yekane xebata wî ya ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî ye”.

Birayê xwedîyê wê kafteryayê herwesa gotîye “Eger birayê min azad bikin an na, em destan ji xizmetkirina zimanê kurdî bernadin û em dê her berdewam bin ji ber ku me soz daye”.

Wîdad Şîmşek amaje jî da: “Parêzerê birayê min ji me re gotîye, eger piştî vekolanan çi tometên sîyasî ji bo Remezan Şîmşek neyên çêkirin, bê goman ew dê di çend rojên bê de bê azadkirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button