SerekeSîyasî

HSD: DAIŞ  ê zarok û jin ji kampa Holê direvandin hat girtin

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) çeteyekî DAIŞ ê yê ku çete û malbatên wan ji kampa Holê ya Hesekê direvandin û dişandin herêmên ku ji alîyê Tirkîyayê ve hatine dagirkirin, girtin.

Navenda ragîhandinê ya HSD ê 2 ê hezîranê di daxuyanîyekê de ragîhand: “Tîmên opêrasyonên leşkerî (TOL) yên ser bi HSD  ve, roja 30 ê gulanê li gundê Ebû Cûrn ê Til Hemîsê opêrasyoneke ewlehîyê pêk anî û Ebdullah Mihemed Îbrahîm (Ebî Hîşam) girt.

Di daxuyanîyê de hat gotin, têrorîstê hatîye girtin malbatên rêxistina DAIŞ ê, bi taybet zarokên bi navê “Eşbal El Xîlafe” û jinên DAIŞ ê ji kampa Holê direvandin û digîhandina herêmên DAIŞ ê û herêmên ku di bin kontrola hêzên Tirkîyayê ku li wan herêmên serçeteyên DAIŞ ê hene û pêwend ya têrorîst Ebî Hîşam bi wan heye.

Herwiha dîyar kir jî, tîmên TOL ê têlêfona Ebî Hîşam û 2 nasmaneyên ku wî hewl dida xwedîyên wan ji kampê birevîne, desteser kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button