SerekeSîyasî

Li Dêrezorê 5 DAIŞ î hatin kuştin

HSD ê ragîhand ku li Dêrezorê 5 DAIŞ î hatine kuştin ku 2 ji wan fermandar in.

Navenda ragîhandinê ya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî ragîhand ku hêzên wan li Dêrezorê bi ser şaneyeke DAIŞ ê de girtîyê.

Li gorî daxuyanîyê, hêzên hevpeymanîya navneteweyî jî piştgirî daye opêrasîyonê û şane hatîye tunekirin.

HSD ê li ser opêrasîyonê ev agahî dan:

“Hêzên me bi opêrasîyoneke ewlehîyê, bi ser şaneyeke têrorîstan ya li gundê Dehlayê yê li rojhilatê Dêrezorê de girt û şer derket.

Di wî şerî de 5 çeteyên şaneyê hatin kuştin ku di nava wan de 2 serçete hene”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button