SerekeSîyasî

Rêveberîya xweser 176 malbatên DAIŞ ê şandin Îraqê

Rêveberîya xweser, 176 malbatên xizmên DAIŞ ê radestî hukumeta Îraqê kirin.

Li gorî peymana di navbera rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê û hukumeta Îraqê de 176 malbatên din yên Îraqî ku ji 634 kesan pêk dihatin ji qampa Holê hatine vegerandin.

Îraqê, 28 ê nîsana îsal jî 191 malbatên din yên îraqî ku ji 714 kesan pêk dihatin ji qampa Holê wergirtibûn.

Sala 2022 a jî piştî lihevkirina rêveberîya xweser û hukumeta Îraqê 690 endamên malbatên DAIŞ ê li derîyê sînorî yê Rebîeyê radestî hêzên opêrasîyona hevpar ya Îraqê hatibûn kirin.

Malbatên Îraqî bi hevahengîya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û bi peymana rêveberiya xweser û komîtêya koç û koçberan ya parlamêntoya Îraqê ji qampa Holê tên veguhastin.

Qampa Holê ya ku malbatên DAIŞ ê lê dimînin li rojhilatê parêzgeha Hesekê ya Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

42 hezar kes li qampa Holê hene.

Li gorî amarên dawî, li qampa Holê 42 hezar û 781 kes hene ku 19  530 ji wan îraqî û 16 779 kes jî sûrîyayî ne.

Herwiha 6 461 kes bîyanî ne û nasnameyên 11 kesan jî wan ne dîyar in.

Li gorî amarên UNICEF ê, hejmara zarokan li wê qampê 28 hezar e.

7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in. 77 zarok sêwî ne û bav û dêyên wan di şer de hatine kuştin.

 12 hezar çekdarên DAIŞ  ê jî di girtîgehên rêveberîya xweser de ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button