H’emû nûçeSereke

Hilbijartinên  ji sirêder: kandîdatên serokkomarîya Îranê kî ne?

Encûmena çavdêran ya Îranê ji nav 80 kesayetîyên berbijarkirî namzedên serokkomarîyê hilbijart. Yek ji namzedan Mistefa Pûr Mihemedî ye, wezîrê navxwe yê serdema Mehmûd Ahmedînêjad. Li gorî mêdyaya Îranê Ahmedînêjad û serokê berê yê parlamentoyê Elî Larîcanî pîvanên ku ji alîyê desteya bilind ya encûmenê ve hatine destnîşankirin derbaz nekirine. Ji bo hilbijartinên serokkomarîyê yên awarte yên ku di 28 ê hezîranê de bên kirin navên wan dê neyên ser sindoqan. Yekane namzeta jin jî li gorî pîvanên meclîsê nehat.

Wezîreta navxwe ya Îranê navên berbijêrên hilbijartinên pêşwext yên serokkomarîya Îranê eşkere kir. Li Îranê ji 80 kesên ku hatine tomarkirin tenê 6 kesan derfeta beşdarbûna hilbijartinên awarte yên serokkomarîya Îranê bi dest xistin. Ajansa Mêhr jî navên van 6 namzedan belav kir: Saîd Celîlî, Mihemed Bagêr Xalîbaf, Mesûd Pêzêşkîyan, Mistefa Pûr Mihemedî, Emîrhosêyn Qazîzadê û Elîrêza Zakanî.

Îranzan Gohar Îskandaryan di axaftina xwe ya bi “Radîolûrê” re wiha got. “Rastî navê du ji van 6 kesan kêm-zêde di nav raya giştî ya me de ye: Navê Seîd Celîlî û Mihemed Bager Xalîbaf. Mihemed Baxêr Xalîbaf serokê niha yê parlamêntoya Îranê ye û Seîd Celîlî jî danûstandinkarê sereke yê bernameya atomî ya Îranê bû. Namzedên mayî jî kêm-zêde di warê pîşeyî de zêdetir tên naskirin, lê ji raya giştî re ew qas baş nayên naskirin”.

Li gorî pisporê îranî, şansê serkevtina du namzedên navdar zêdetir e. Seîd Celîlî  salên 2007-2013 a wezîfeya sêkrêtarîya lijneya bilind ya ewlehîya neteweyî girtîye. Îranzan destnîşan dike ku ew ji alîyê rêberê ruhanî ve ji bo vê postê têne destnîşankirin. Celîlî niha endamê lijneya lezgîn e û ji alîyê rêberê ruhanî ve ji nû ve hatîye wezîfedarkirin. Berê Celîlî cîgirê wezîrê derve bo kar û barên Avropayê û Amêrîkayê bû. Gohar Îskenderyan bi bîr xist ku Celîlî di hilbijartinên serokkomarîyê yên sala 2013 a de bû sêyemîn.

Derbarê Mihemed Bager Xalîb de, ew efserekî Îranêyê ye.Salên 2005-2017 a de şaredarê Têhranê bû. Salên 1997-2000 de şefê polîsê Îranê bû. Fermandarê hêza hewayî ya Mûhafizên şoreşê. Sala 2022 a Xalîbaf  rastî serokê meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan hat û bal kişand ser rola Ermenîstanê ya di bernameya Bakûr-Başûr de.

Gohar Îskandaryan her wiha da zanîn ku, di hemû rewşan de piranîya namzedan nûnerên baskê kevneperest in û ji bawerîya rêberê ruhanî tê.

 “Him polîtîkayên derve û yên navxweyî yên Îranê ji alîyê rêberê ruhanî yê Îranê ve tê pêşxistin. Serok cî bi cîkarê wê ye. Yanî ji van 6 namzedan kîjan bê hilbijartin, ew ê polîtîkaya ku berîya niha hatîye pêşxistin û dê bê meşandin, pêk bînin”.

Îskandaryan di wê bawerîyê de ye ku tomarkirin girîng e. Dema ku serokwezîr Nîkol Paşînyan ji bo beşdarî merasîma definkirina serokkomar Raîsî bibe çûbû Îranê, bi rêberê ruhanî ra jî hevdîtin pêk anîbû û di vê hevdîtinê da serokwezîr di derbarê têkilîyên Ermenîstanê û Îranê de teqezeke girîng kir.

“Rêberê ruhanî careke din destnîşan kir ku sînorê Ermenîstan-Îranê ji bo ronakbîr Raîsî gelekî girîng e û ew rijd in ku vê sîyasetê bidomînin û her kesê ku wek serokkomar bê hilbijartin, teqez dê vê xetê bidomînin”. Yanî têkilîyên Ermenîstanê û Îranê di navenda bala rêberê ruhanî de ne û sînorê Ermenîstanê û Îranê ji bo wan xeta sor e. Ev yek gelek caran hatîye ragîhandin”.

Hevsengîya civaka îranîya-ermenîya dê li ser kîjan alîyê namzedan be, pisporê îranî hîn zû dibîne ku em li ser vê yekê biaxivin, ji ber ku duh navên berbijêran eşkere bûn. Li gorî wî, di rojên pêş de, namzed dê di axaftinên xwe de amaje bi kêmîneyên olî yên Îranê û di nav wan de ermenî jî bikin.

“Piştî wê, dê ji bo arasteyên civaka ermenî dîyar bibe, ji ber ku divê ew jî bibînin ka kîjan namzed soz yan pêşnîyaran dide hindikahîyên olî”. Piştî vê yekê wê dîyar bibe ku civak bi kîjan alî re hevkarîyê dike, bi kîjan namzetê re dixwaze hevkarîyê bike”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hilbijartinên neasayî yên serokkomarîya Îranê wê 28 ê hezîranê de bi sedema mirina serokkomarê vî welatî Îbrahîm Raîsî û şanda pê re di encama ketina helîkopterê ya meha gulanê de tê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button