H’emû nûçeSereke

Galstanyan têkiliya bi Rûsyayê re înkar nake: îdiaya ku li  Ermenîstanê hewla derbeya pereyan tê kirin heye: Harutyun Mikrtçyan

Îro serokên Partiyên Komarî, Avropî, Xiristiyan-demokrat û ji bo Komarê yên Ermenistanê bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaz ji hukumeta Ermenîstanê kirin ku di mehên pêş de referanduma endamtiya Yekîtiya Avropayê li dar bixe. Di hevpeyvînekê de ligel Factor TV, me ji zanyarê siyasî Harutyun Mikrtçyan pirsî, li gorî wî, rastiyên jeopolîtîk ji bo avêtina wê pêngavê çiqasî xweş in, gelo Ermenîstane amade ye? Birêz Mikrtçyan di wê baweriyê de ye ku Ermenistan diviyabû demeke dirêj berê referandumê bikira, ji bilî vê jî nekirina referandûmê li dijî Ermenistanê kar dike. Ew bawer e ku di mehên pêş me de Ermenistan dê bersiva vê pirsê bide ka ew bi Rûsyayê re ye yan bi Yekîtiya Avropî re ye.

 “Ermenistan dikare ber bi Yekîtiya Avropayê ve bi lez pêşkeftinek çêbike. Divê em ji berteka Rûsyayê ya ku ev demeke dirêj e hêrs bûye netirsin. Eşkere ye ku divê hukumeta Ermenîstanê di vê mijarê de referandûmê bike. Pêwîste mijara ketina Yekîtîya Avropayê bê rojevê. Li ser pirsa berteka muhtemel ya Moskvayê, ez dikarim bibêjim ku yek amûrek Fêdêrasyona Rûsyayê heye ku destwerdana jiyana siyasî ya navxweyî ya Ermenistanê bike -êrîşeke leşkerî, lê ew amûrek hişk û nepratîk e, nayê bikar anîn. Ji ber vê yekê jî behîs danî ser mele”.

Mikrtçyan bi bîrûbaweriyên ku pêvajoyên siyasî yên navxweyî yên Ermenîstanêyê yên vê dawiyê xwediyê çarçoveyeke jeopolîtîk ye jî dipejirîne. Li gorî wê tezê jî hewl hat dayîn ku kûrbûna hevkariya Ermenîstanê û Rojavayê bê rawestandin. Ne tesaduf e ku van rojan biryar hat dayîn ku asta têkiliyên Ermenistan û Dewletên Yekîtîya Avropayê ji aliyê komîsyona hevkariya stratejîk ve were bilindkirin. Di heman demê de, Galuzin gilî kir ku Ermenîstanê têkiliyên bi Rûsyayê re kêm kiriye.

 “Bagrat Galstanyan têkiliya bi Federasyona Rûsyayê re red nake. Sûcdar heye ku li Ermenîstanê bi alîkariya pereyan hewldana derbeyê tê kirin. Ev toreke ajanseke rûsî ye, ev kes xizmeta Fêdêrasîyona Rûsyayê dikin. Ez hukumeta ku lustrasyon pêk neaniye sûcdar dikim. Galstanyan derew kir ku ew teslîmî dêra Voskeparê dibe yan jî daxwaza guhertina desthilatê nake, lê gava gihîşte meydana Yêrêvanê, daxwazeke wiha anî ziman. Bila Galstanyan bêje kê û ji kîjan otêlê emir daye, çima sehetek 15 deqeyan ultîmatom daye, ger xwîn hatibe rijandin wê li ser milê kê bimîne? Kî wan fînanse dike, kî ji derve têlêfon dike, 20 sal hewce nake parsekiyê bike”.

Ew pêşbînî dike ku tevgera muxalefetê ya bi serokatiya Bagrat Galstanyan ber bi tinebûnê ve diçe, her çend ew rê nade ku di 17 ê hezîranê de hewl bê dayîn ku lûtkeyek bê bidestxistin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button