H’emû nûçeSereke

Raya Nazaryan ji bo serokatîya parlamentoya Bûlgaryayê hatîye hilbijartin

Parlamênta partîya “Welatîyên ji bo pêşveçûna Avropayê ya Bûlgaryayê” û îtîfaqa yekîtîya hêzê ya dêmokratîk (GERB – SDS) Raya Nazaryan ji bo serokatîya miclîsa neteweyî ya 50 emîn ya Bûlgaryayê hatîye hilbijartin. 131 parlamentaran piştgirî da namzedîya wî, 66 dengên na, 39 parlamentar jî bêalî man.

Hevrikê sereke yê Nazaryan, nûnerê partîya “Ronêsans” Pêtar Pêtrov, 54 deng stend. Nazaryan zêdetirî 12 salan hiqûqnasîyê kirye û di dadgehên Bûlgaryayê de di dozên bazirganî, medenî û îdarî de xwedî ezmûneke berfireh e.

Raya Nazaryan, 16 ê îlona sala 1985 a   li bajarê Varnayê ji dayîk bûye, pispora navbeynkarîyê û çareserkirina nakokîyên hiqûqî yên derveyî dadwerîyê, endama byûroya Sofîyayê ye, hevkar û damezrînerên komeleya hiqûqê ye. Raya Nazaryan  sala 2022 a de ketîye nava sîyasetê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button