H’emû nûçeSereke

Atom Êgoyan vedigere  “Zerdela zêrîn”: fêstîval dê bi fîlmê wî yê nû vebe

Mamosteyê Kanadayêyî ermenî Atom Êgoyan vedigere fêstîvala fîlman ya navneteweyî ya Yêrêvanê “Zerdela zêrîn”. Ew serokê jûrîya kurtefîlman ya îsal e, navenda çapemenîyê ya fêstîvalê agahdar dike.

Wekî din, fîlmê nû yê Êgoyan yê bi nav û deng ” “Heft perde”” ku di fêstîvala fîlman ya Torontoyê ya sala borî de hat pêşandan, fîlma destpêkê ya 21 emîn “Zerdela zêrîn” e. Ev ji nû ve vejandina opêra Salomê ya Rîçard Straûs e, ku tê de Amanda Sêyfrîd wekî derhênerek şanoyê ku hewl dide şîroveya xwe ya çîroka biblîkî ya Salomê bide jîyandin, dibiriqe. Fîlm ne tenê di vekirinê de, wê di fêstîvalê de jî bi navê “Prêmîyêra Yêrêvanê” bê nîşandan.

Her wiha divê bê gotin ku di fêstîvalê de Êgoyan ji ber keda xwe ya di sînemayê de wê xelata Paracanovîan talêr werbigire.

Îsal wê festîval di navbera 7-14 ê tîrmehê de pêk bê. Fêstîvala fîlman ya navneteweyî îsal jî dê fîlmên pêşbirkê yên welatên cîhê yên cîhanê û her wiha fîlmên ji festîvalên herî bi prêstîj (Kannî, Bêrlîn) pêşkêşî raya giştî bike. Kesayetîyên sînemaya cîhanê dê bên Ermenîstanê, dê serpêhatî û hunera xwe pêşkêşî hezkirîyên sînemayê bikin.

Her weha divê bê zanîn ku îsal ” Zerdela zêrîn” wê girîngîyeke taybetî bide ser 100 salîya Şarl Aznavûr û Sêrgêy Paracanov.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button