SerekeSîyasî

Li Kerkûkê di navbera DAIŞ ê û asayîşê de şer û pevçûn

Li nahîya Qerehencîrê ya Kerkûkê di şerê navbera çekdarên DAIŞ ê û hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê de DAIŞ yek hat kuştin.

Herwiha endamekî asayîşê di şer de canê xwe ji dest da.

Hat ragîhandin ku 2 çekdarên DAIŞ ê  li nehîya Qerehencîrê ya Kerkûkê êrişî markêtekê kirîye.

Piştî êrişê çekdarên DAIŞ ê xwe li nav dibistanekê vedişêrin.

Hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê çûn cîhê bûyerê û di navbera çekdarên DAIŞ ê û hêzên asayîşê de şer derket.

Birêveberê nehîya Qerehencîrê Avêsta Mihemed li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

“2 çekdarên DAIŞ ê êrişî sûpêrmarketekê kirine û piştre xwe li nav dibistanekê vedişêrin.

Piştî ku hêzên asayîşê gihîştin cîhê bûyerê, çekdarên DAIŞ ê bi hêzên asayîşê re pev çûne.

Çekdarek hate kuştin û çekdarê din jî birîndar bûye”.

Avêsta Mihemed ragihand: “Di pevçûnê de endamekî asayîşê şehîd ketîye û 2 endamên asayîşê jî birîndar bûne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button